‘Vegera şêniyan a Şengalê bersiva êrişên Tirkiyê ye’

Berdevkê Komisyona pêşwazîkirina Koçberan a ser bi Rêveberiya Xweser a Şengalê Îdo Şekir got: “Vegera Êzidiyan ji warê xwe re, bersivek xurt a li dijî êrişên Tirkiyê ye. Şêniyên Şengalê rojane ji kampên başûrê Kurdistanê vedigerin.”

‘Vegera şêniyan a Şengalê bersiva êrişên Tirkiyê ye’
21 hezîran, 2020   05:52
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎPAN SILO

Ji du hefteyan ve bi sedan şêniyên koçber vedigerin Şengalê. Berdevkê Komisyona pêşwazîkirina Koçberan a ser bi Rêveberiya Xweser a Şengalê şêniyan pêşwazî dike, xebat û alîkariyan ji wan re pêşkêş dike.

Ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê ya hovane li dijî Şengalê di 3`yê Tebaxa 2014`an de, bi hezaran şêniyên Êzidî ji warên xwe ber bi kampên başûrê Kurdistanê û Rojava ve koçber bûn. Di wan êrişan de çeteyên DAIŞ`ê hovîntirîn sûc li dijî Êzidiyan pêk anîn.

Piştî 6 salan ji koçberiyê, bi sedan Êzidî biryar dan vegerin Şengalê.  Ruxmî êrişên Tirkiyê yên domdar bi armanca dûrxistina wan, lê ew vedigerin. Li aliyekî din gelek rêxistinên Êzidî dibînin ku Tirkiye dixwaze tişta DAIŞ`ê bi dest nexistiye, bi rêya dûrxistina wan ji axa wan û tunekirina çand û dîroka wan, bi dest bixe.

HETA NIHA ZÊDETIRÎ 300 MALBAT VEGERIYAN

Berdevkê Komisyona pêşwazîkirina Koçberan a ser bi Rêveberiya Xweser a Şengalê Îdo Şekir ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û got: “Di hefteya borî de zêdetirî 300 malbatên Êzidî vegerîne malên xwe yên li Şengalê. Koçberên ku di nav kampên başûrê Kurdistanê de bûn piraniya wan ji Cem Mişko, Xanke û Şarya ne.”

‘EM HEWL DIDIN ALÎKARIYÊ PÊŞKÊŞÎ KESÊN VEDIGERIN BIKIN’

Komisyon şêniyên vedigerin pêşwazî dike û xizmetê pêşkêşî wan dike. Derbarê  mijarê de Şekir got: "Dema malbat digihin  malên xwe, komîte yekser pêdiviyên pêwîst ji wan re pêşkêş dike. Pêwîstiyên mîna av, kehrebe û hwd. Heman demê de ji bo paqijkirin û restorekirina malên wan bi wan re dibe alîkar.”

Şekir axafftina xwe wiha domand: “Şêniyên ku vedigerin, şêniyên ji hemû gundên Şengalê ne. Ew in ku ji ber êrişên DAIŞ`ê koçber bûne. Piraniya malbatên vedigerin ji gundên girêdayî Şengalê ne û hinek ji wan vedigerin navenda Şengalê.”

‘VEGER BERTEKA HERÎ XURT A LI DIJÎ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ YE’

Di 15`ê Hezîranê de balafirên artêşa Tirk a dagirker Şengal bombebar kirin û bi zêdetirî 30 êrişên hawayî herêmên Şengalê kirin hedef.

Îdo Şekir di vî warî de got: "Tirkiye li ser şopa neviyên xwe yên Osmanî dimeşe. Komkujiyan li ser Êzidiyan pêk tîne. Hinectên Tirkiyê yên ku pê êrişên xwe rewa dike, ne rast in. Hêzên Berxwedana Şengalê niha Şengalê diparêz e. Tirkiye ji vîna Êzidiyan ditirse, ji ber wê dixwaze dîrok û çanda wan qir bike."

Di dawiyê de Îdo Şekir îşaretpê kir ku veger berteka herî xurt a li dijî êrişên Tirkiyê ye. Şikir bang li Êzidiyan kir ku vegerin warên xwe û carek din herêma xwe vejînin.

(şx)

ANHA