Rêveberiya Giştî ya Dibistanên Hesekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Rêveberiya Giştî ya dibistanên kantona Hesekê diyar kir ku sûcên artêşa Tirk li dijî jinan pêk tîne, jinên pêşeng dikin armanc.

Rêveberiya Giştî ya Dibistanên Hesekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
6 hezîran, 2020   10:32
HESEKÊ

Bi armanca şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê"Artêşa Niştimanî ya Sûrî" yên li dijî jinên bajarê Efrînê, Rêveberiya Giştî ya Dibistanên Kantona Hesekê daxuyaniyek da.

Rêveberiyê sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê û bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar kir.

Daxuyanî li navenda rêveberiya Giştî ya Dibistanên taxa Nasiriyê ya Hesekê hate xwendin.

Rûken Necar bi beşdariya bi dehan endamên rêveberiya giştî daxuyanî xwend û wiha diyar kir:"Desthilata Osmanî li ser esasê pêkanîna sûcên li dijî gelên Rojhilata Navîn hatiye avakirin û îro dewleta Tirk jî li ser heman bingehê dimeşe, dixwaze li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna xwe isbat bike, lewma sûcan pêk tîne û herêman dagir dike."

Rûken Necar bal kişand ser armanca dewleta Tirk û wiha pê de çû:"Dewleta Tirk projeya Neteweya Demokratîk dike armanc ji ber bandorê li rêxisitna wê ya dagirkirinê dike."

Endama Rêveberiya Komîteya Şopandinê ya Dibistanan Rûken Necar di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku ew wek mamosteyên kantona Hesekê kiryar û sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinên Efrînê şermezar dikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0jBMP6HPr1Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>