Balafirên Tirk bombe li Behdînan barand

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Behdînanê bombebaran kirin, ziyanek mezin gihandin xwezaya deverê.

Balafirên Tirk bombe li Behdînan barand
4 hezîran, 2020   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj News, ji beriya demek kurt balafirên şerê ên dewleta Tirk a dagirker Geliyê Dêra û Bêşêlî ên dikevin devera Berwariya Bala ya ser bi bajaroka Amêdiyê bombebaran kirin.

Têkildarî ziyanên canî yên êrişê agahiyek zelal nehat bidestxistin, lê hat gotin ziyanek zêde bi bax û rezên welatiyan û xwezaya deverê ketiye.