Piştî bombebarana balafirên Rûsyayê hêzên hikumetê topbaran gur kir

Îro di demên sibê de hêzên hikumeta Sûriyê eniyên başûrê bajarê Idlibê topbaran kirin.

Piştî bombebarana balafirên Rûsyayê hêzên hikumetê topbaran gur kir
4 hezîran, 2020   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Naveda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) destnîşan kir ku şeva din hêzên hikumeta Sûriyê herêmên El-Fitêre, Kensefre, Sifohan û derdora Mezret El-Haloba ya li Cebel El-Zawiyê ya başûrê gundewarên Idlibê topbaran kirin.  

Duh balafirên şer ên Rûsyayê “herêmên bêçek” di demekê de ku şer di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de dijwar bû, bombebaran kirin.