Li Enqereyê êrişeke nîjadperest: Ji ber ku li muzîka kurdî guhdar dikir ciwanek hate kuştin

Li Enqereyê ciwanê 20 salî Bariş Çakan ku li muzîka kurdî guhdar kir, ji aliyê komeke nîjadperestên Tirk ve hate kuştin.

Li Enqereyê êrişeke nîjadperest: Ji ber ku li muzîka kurdî guhdar dikir ciwanek hate kuştin
1 hezîran, 2020   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Etîmesgut a Enqereyê ya paytexta Tirkiyê ciwanê 20 salî Bariş Çakan şevê din saet di 22.30'an de ji ber ku li muzîka kurdî guhdarî dikir, hat kuştin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê Bariş Çakan ji navçeya Panos a Agiriyê ye û dema li gel hevalê xwe li parkê rûniştibû, bi sedema ku li muzîka kurdî guhdarî dikir, rastî êrişa 3 kesên nîjadperest hat.

Êrişkaran bi hinceta Çakan li muzîka kurdî guhdar kiriye, ji ser dilê wî kêr kirin û kuştin. Hate zanîn ku 3 êrişkaran piştî êriş kir, hatin destgîrkirin.