Piştî sewqiyatên leşkerî ber bi Idlibê ve gera balafirên Rûsyayê li asîmanê herêmê

Li eniyên Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk de şer rû dide, li gel wê balafirên Rûsyayê li asîmanê herêmê digerin û nîqaşa şerekî nû tê kirin.

Piştî sewqiyatên leşkerî ber bi Idlibê ve gera balafirên Rûsyayê li asîmanê herêmê
1 hezîran, 2020   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) diyar kir ku şeva berê hêzên hikumeta Sûriyê herêmên Fitêra, Bênîn û Riwêyha yên Cebel El-Zawiyê yên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li aliyekî din jî di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk de li derdora Fitêra ya başûrê Idlibê şer rû da, lê tu agahiyên windahiyên mirovî bi dest neketin.

Girêdayî heman mijarê,  bi derbasbûna agirbestê ya roja 88’an re ku Rûsya û Tirkiyê di 5’ê Adara borî de ragihandiye, balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê parêzgeha Idlibê gerîn.

SOHR’ê daxuyand ku duh hêzên hikumetê sewqiyatên leşkerî yên nû ber bi eniyên parêzgeha Idlibê ve şandin, lê li hemberî wê jî çeteyên dewleta Tirk nuqteyên xwe bi amadekariya şerekî nû li herêmê xurt kirin.

(fr)