​​​​​​​Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê dest bi paqijkirina kolanên bajêr kir

Meclisa Jinên Ciwan a bajarê Minbicê bi nêzîkbûna Cejna Remezanê re dest bi paqijkirina kolanên bajêr kir. Armanca pêngavê desteka manewî ya ji bo karkerên paqijiyê re ye.

​​​​​​​Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê dest bi paqijkirina kolanên bajêr kir
20 gulan, 2020   16:32
MINBIC

Mecisa Jinên Ciwan îro dest bi înisyatîfa paqijkirina kolanên bajêr kir.

Meclisê ji kolana Sî li taxa El-Hizwane li rojhilatê bajêr dest bi însiyatîfa xwe kir. tevahiya endamên Meclisa Jinên Ciwan tev li însiyatîfê bûn.

Însiyatîfa Meclisa Jinên Ciwan ji bilî roja cejnê ya yekemên dê heta hefteyekê dewam bike.

(şx)

ANHA