Li kantona Kobanê hejmarên telefonê ji bo rewşên awarte hatin diyarkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê hejmarên telefonê ji bo pêşwazîkirina bangawaziyên rûdana şewatan di nav zeviyan de dirêjahiya dema çinînê de li kantonê belav kirin.

Li kantona Kobanê hejmarên telefonê ji bo rewşên awarte hatin diyarkirin
17 gulan, 2020   19:09
KOBANÊ

Di çarçoveya tedbîrên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji bo ku rê li pêşiya şewatan di nav zeviyên herêmê de bigire, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê û Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a herêmê hejmarên telefonê diyar kirin.

Şaredariya Gel a Kobanê di demek berê de 13 erebeyên agirvemirandinê li ser şaredariyên bajêr belav kirin.

(şx)

ANHA