Artêşa Tirk a dagirker şewitandina zeviyên gundewarê Til Temirê didomîne

Ev sê rojin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber zeviyên gundewarê navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê de dişewitînin.

Artêşa Tirk a dagirker şewitandina zeviyên gundewarê Til Temirê didomîne
17 gulan, 2020   13:41
HESEKÊ

Ev sê rojin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber zeviyên gundewarê navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê de dişewitînin. Dagirkeran îro jî agir bi zeviyên gundê Qasimiye yê li başûr rojavayê navçeyê xistin.

Heman demê de ev du rojin zeviyên şêniyan dişewitin.

Ji aliyekî din ve tîmên agirvemirandin û sivîlên herêmê ji ber gulebaran û topbaran dagirkeran nikarin agir vemirînin.

(şx)

ANHA