Navaroka civîna şandeya Fransayê û hêzên kurdî çi bû?

Ebdulkerîm Siko navaroka hevdîtina hêz û partiyên kurdî yên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê bi şandeya Fransayê re eşkere kir û hêviyên xwe ji bo yekitiya refa kurdî anî ziman.

Navaroka civîna şandeya Fransayê û hêzên kurdî çi bû?
5 gulan, 2020   11:34
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Însiyatîfa ku Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo yekitiya refa kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin, rastî bertekên erênî ji hundir û derve ve hat. Her wiha Amerîka û Fransayê şande şandin herêmê û bi partiyên kurdî re civiya da ku li nêrînên wan guhdarî bikin.

Duşemê (4`ê Gulanê), şandeyeke hikumeta Fransayê serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şande bi 16 partiyên kurdî re li bajarokê Rimêlan ê girêdayî kantona Qamişloyê, rûnişt û nêrînên wan ên der barê avakirina lêvegereke kurdî û çareseriya li Sûriyê de, guhdarî kirin.

Ji kesayetên kurdî ku di civîna bi şandeya Fransayê re amade bûn, ji koordînasyona giştî ya Yekitiya Hêzên Kurdî Ebdulkerîm Siko ye. Siko ji ANHA`yê re axivî û destnîşan kir ku şandeya Fransayê piştgiriya yekkirina refa kurdî kir. Her wiha diyar kir ku nîqaş li ser nêrîna partiyên kurdî li ser pêşeroja herêmê û yekitiya refa kurdî bûn.

Siko da zanîn ku şandeya Fransayê bi hemû aliyên kurdî re bêyî îstîsna rûniştiye û wiha domand: "Şandeya Fransayê hewl dide rastiya herêmê ji hikumeta xwe re bibêje."

Her wiha diyar kir ku civîn erênî derbas bûye û şandeya Fransayê piştgiriya xwe ji hêzên QSD`ê re nîşan daye û tekezî bi fedakariyên gelê herêmê li dijî çeteyan kiriye. Siko bi bîr xist ku hemû hêzên herêmî wekî Amerîka, Rûsya û Fransayê bêyî şert û bend dixwazin refa kurdî bibe yek.

PÊŞKETINEKE SIYASÎ DI DEMEKE NÊZ DE

Ebdulkerîm Siko got di demeke nêz de li herêmê pêşketineke siyasî ya baş çêbe û hêviyên xwe ji bo yekbûna refa kurdî anî ziman. Her wiha piştrast kir ku yekitî vebijêrka herî baş e.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LHXE0Jtwq9I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>