‘Însiyatîfa Gel ji bo Yekitiya Refa Kurdî’ hate avakirin - HATE NÛKIRIN  

Nûnerên beşên civakê li Rojava ji bo yekkirina aliyên kurdî bi daxuyaniyekê "Însiyatîfa Gel ji bo Yekitiya Refa Kurdî" ragihand.

‘Însiyatîfa Gel ji bo Yekitiya Refa Kurdî’ hate avakirin - HATE NÛKIRIN  
3 gulan, 2020   09:17
QAMIŞLO

Nûnerên beşên civakê ji rewşenbîr, hunermend, mafnas, oldar û êlên eşîrên Kurdan li Rojava îro li Navenda Çand û Hunerê ya Qamişloyê civîneke çapemeniyê li dar xist û bi daxuyaniyekê "Însiyatîfa Gel ji bo Yekitiya Refa Kurdî" ragihand.

Endamê komîteya amadekar Ebdulwehab Xelîl û rewşenbîr Melav Resûl, daxuyanî bi erebî û kurdî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji bo yekitiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê,

Rewşa nazik û krîtîk a ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, ji her kesî ve diyar û berbiçav e. Krîzên rû didin encama kiryarên dîrokî yên berjewendîperestên herêmê û hêzên navdewletî ne ku nehatine çareserkirin. Ev herêm her roj bi şer, binpêkirin û qeyranên dijwar re rû bi rû ye. Bêguman heger hişyarî tune be û tedbîr neyên girtin, wê plan û nexşerêyên xeternak hîna dijwartir derkevin holê û hemû neteweyên herêmê bibin qurbaniyên van planên gemarî.

Helbet doza kurdî bi parçekirina welêt baça sereke daye û bûye yek ji qurbaniyên vê siyaseta berjewendîperest. Di baweriya me de heke doza kurdî bi şêwazên demokratîk û bi beşdariya çalakvanên civakî û sivîl, kesayetên ronakbîr û rûspî, têkoşer û partiyên siyasî çareser nebe, wê ev şer li vê herêmê dewam bike û dê aramî li Rojhilata Navîn pêk neyê.

Berpirsyariya vê bangewaziyê dikeve ser milê hemû welatparêzên Kurd ên nîştimanperwer da ku bibe xwedan rol û mîsyon.

Di nava vê bangê de, em wek kesayetên civakî û bi beşdarbûna aliyên siyasî, civakî û çalakvanên gel, me ji erka xwe dît ku em hevrêzî û diyaloga kurdî bi pêş ve bibin û ji bo afirandina zemîneke guncaw, divê hewldanên çareseriya belavbûna tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê, di nava liv û lêgerînê de bin, da ku karibin nexşerêyeke bi têkoşîna gelê me û qurbaniya pakrewanên azadiya şoreşa me re li hev tê, derxin holê. Di encamê de divê lihevkirineke cemawerî û avakirina desteya peymana neteweyî yan îmzekirina belgenameya rûmetê, xwe bide pêş.

Em di wê baweriyê de ne ku barê me rakiriye ser milê xwe, barekî mezin û pir giran e. Divê tu carî em pişta xwe ji ber vê erkê xûz nekin û li hember hewldanên ku hatine kirin, rêzdar bin.

Em vê karî wek destpêşxeriya gel û berdewamiya hemû hewldanê yekitiyê bi nav dikin. Her wiha em spasiya rêveberiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin û helwestên çînên civakî û siyasî yên parastina rûmet û nirxên civaka xwe, bi nirx dibînin. Hêjayî gotinê ye ku tu armac û daxwazên me, yên partiyetî û kesane di vê însiyatîfê de peyda nabin, tenê armanc ew e ku em navmala kurdî ji belavbûnê biparêzin. Her wiha hemû xalên vê daxuyaniyê bi nêrîn û derbirînên gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê tên erêkirin. Bi hêviya gihandina komcivîneke berfireh, an konfranseke ku vê xebatê bi encam dike.

1- Rastiya gelê Kurd li Sûriyê, gelekî kevnar e û li ser xaka xwe bi pêkhateyên din re li Rojavayê Kurdistanê bi aştî û biratî dijî û pêmayeke çandî û civakî diparêze û tekûz dike.

2- Geşedan û destekdayîna hemû însyatîfên komkirina mala kurdî û piştgiriya banga rêveberiya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin.

3- Tekezî bi parastina destkeftiyên leşkerî û rêveberiyê û parastina hêza çekdarî ya bûyî sembola neteweyî ya kurdî û sûrî, dikin.

4- Lidarxistina konfranseke neteweyî ya kurdî yan komcivîneke berfireh li Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya rêveberiyê, aliyên siyasî, partî û çalakvanên civaka sivîl, ber bi avakirina lêvegereke hevgirtî ya siyasî ya kurdî ve.

5- Xebat û têkoşîna bi hemû pêkhateyên nîştimanperwer re ji bo yekparbûna xaka Sûriyê. Her wiha li hember sîtemkarî, azûlekirin û dagirkeriyê li ber xwe dide û têkoşîna ji bo hebûna mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din, di nava liv û tevgerê de ye. 

6- Girêdayî xalên li pêş hatine rêzkirin, di demeke pir nêz de wê komîsyoneke bi navê ‘Komîteya Niyetbaşan’ were avakirin û dê mekanîzmaya xebata xwe destnîşan bike û bikeve meriyetê.

Nazikbûna hoyên navxweyî, herêmî û navdewletî, xebateke lezgîn jê re pêwîst e. Lewra daxwaza me ji hemû nîştimanperweran, partîzanan, sazî û dezgehên civakî, kesayet û rûspiyan heye ku erênî bin û ji bo xwestekên me aktîf bin. Em bi hev re karibin hemû astengî û keleman derbas bikin û di xêzkirina nexşerêya pêşeroja gelê Kurd de nirxên demokratîk û aştiyane peyda bikin."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/D80gGmUwkck" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>