Bîlançoya Koronavîrus 3 milyon derbas kir

Hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrusê li tevahî cîhanê gihaşt zêdetirî 3 miloynan û dewletên Ewropayê dest bi sivikirina tedbîran mîna girtina ku hatiye ferzkirin, kir.

Bîlançoya Koronavîrus 3 milyon derbas kir
28 nîsan, 2020   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî serjimariya rêxistina tenduristiyê ya cîhanî(WHO) ku hejmara nexweşan heta van kêliyan li tevahî cîhanî gihaşt 3 milyon, 64 hezar û 894 nexweş ji wan 922 hezar û 581 kes baş bûne û 211 hezar û 609 kes mirine.

Li DYA`yê li gorî serjimariya zanîngeha Johns Hopkins ku hejmara nexweşan di nava 24 saetan de gihaşt 1 milyonî, her wiha  hezar û 303 kes jî mirin.

Li Çînê hikumetê ragihand ku tu kesên nû bi vîrûsê nemirine û 6 kesên nû bi Koronavîrusê ketine.

Li Singapore 528 kesên nû bi Koronavîrusê ketin. Li Hindistanê 62 kes mirin û di nava 24 saetan de zêdetirî hezar û 500 kesên din bi vîrusê ketin.

Li Almanyayê 163 kes ji ber Koronavîruê mirin, hezar û 144 kesên din bi vîrusê ketin.

Li Qeterê li gorî rapora rojnameya Business Standard a Hindistanê ku Qeter ji dewletên ku herî zêde nexweşên Koronavîrus li hene û DYA û Îtaliyayê li pey xwe hişt.

Li Qeterê di nava 5 rojên dawîn de hejmara rojane ya nexweşan zêdetir bû û ji 500 bû 900 kes. Her wiha 10 hezar û 287 kes nexweş in û 10 mirî hene.

Girêdayî mijarê Serokê DYA`yê Donald Trump Çîn tewan bar kir ku bi derengî agahî der barê belavbûna Koronavîrusê de da cîhanê û got: "Beriya Koronavîrus li cîhanê belav bibe Çînê dikarîbû ew bisekinanda. Lêpirsînên cidî ji aliyê rêveberiya me der barê tişta ku pêk hat, têne kirin."

Çîn bi tundî kêmasiyên der barê dan û standina bi Koronavîrus ku li ser xaka wê di kanûna 2019`an de derket, red dike.

Di 20`ê Nîsanê de Almanya ji Çînê xwest ku berpirsiyariya belavbûna Koronavîrusê hilgire ser xwe û fatoreyeke bi 149 milyar euro derxist û paşê tev li dewletên ku dibêjin Beijin berpirsa belavbûna vîrusê ye, bû.

(bx)