Hevbendiya berjewendiyan  ya Tirkiyê- Îran  ji bo kontrolkirina rêyên navîgasyona deryayî

Lêkolîner û çalakvanê hiqûqî yê Yemenî Mihemed Elawî got: "Hevbendaiya Tirkiyê-Îranê " ya têkildarî Yemenê êdî ji her kesî re eşkere ye, armanca jê parvekirina hegemoniya Yemenê ye, ji ber Yemenê wekî kilîta kontorkirina tevahî herêmên ereban û talankirina berhemên wan dibîne."

Hevbendiya berjewendiyan  ya Tirkiyê- Îran  ji bo kontrolkirina rêyên navîgasyona deryayî
22 nîsan, 2020   06:25
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

Di dewmên dawî de meteriya yemeniyan derbarê têkiliyên bi guman ên Tirkiyê û Îranê de û hevkariya wan ji bo têkgirina ewlehiya herêmê bi rêya Yemenê zêde bû.

Li ser vê mijarê Lêkolîner û çalakvanê hiqûqî yê Yemenî yê li New Yorkê Mihemed Elawî ji ANHA‘yê re axivî û got: "Dîrok şahid palanên çavbirçîbûnê yên hevpar ên di navbera netewperestên Faris û Tirkiyê de ye. Tirkiyê di dema dewleta Osmanî de heta demekê beşên berfireh ji Yemenê dagir kirbûn û sûd ji berhemên wê û cihê wê stratejîk wergirtibû. Îran jî dibîne ku mafê wê heye hegemonî û dagirkeriya xwe li Yemenê vegerîne. Em li dîrokê vegerin beriya derketina îslamê bi çend salan, çawa Farisê Kisra li hemberî pismamên xwe qiralên Hîmyer Al Subal destek da ajanê yemenî Seyf Bin Zî Yezen, dema artêşek mezin  jê re şand da ku destek deyne ser hikumê û nakokiyên malbata hakim a li qiralyet Seba ya Erebî tesfiye bike. Piştre nakokî derxist û destek da hebûna dagirkirina Faris li Yemenê."

HEVBENDIYA BERJEWENDIYAN JI BO SERWERÎKIRIN Û HEGEMIYÊ

Çalakvanê hiqûqî yê Yemenê diyar kir ku "Ji wê dîrokê ve û heta niha planên Tirkiyê û Îranê yên ji bo dagirkirina Yemenê ranewestiyane. Îranê bi rêya destekdayîna milîsên Hûsî yên girêdayî wî di Îlona 2014‘an de derbeyek li dijî hikûmeta rewa ya Yemenê pêk anî da ku ajnîdeyên Îranê ferz bike û berjewendiyên Îranê yên bidestxistina rêyên navîgasyona deryayî pêk bîne û tengava Bab Mendeb jî bidest bixe da ku karibe dewletên Kendava Erebî dorpêç bike. Siyasetên Îran ên li Sûriyê û Iraqê êdî eşkere ne. Heger bi rêya wekîlên xwe Yemenê serwer bike dê karibe dewletên herêma Ereban û girîngtirîn rêyan bazirganiyê û kerîdorên avê yên li cîhanê jî bigire."

Elawî her wiha îşaret bi destekdayîna Tirkiyê ya bi Partiya Reform a îxwançî kir û got: "Tirkiyê bi rêya destekdayîna Partiya Reform a îxwançî ya girêdayî wê û bi rêya deskdayîna madî, ragihandin, manewî ya ji aliyê Qeterê ve hewl dide hegemoniya Tirkiyê ya Osmanî vegerîne, ji ber ku Tirkiyê girîngiya stratejîk ya Yemenê nas dike ku bi rêya wê dê karibe dewletên herêmê serwer bike. Ev nayê wateya ku lihevkirineke Tirkî- Îranî heye, lê berjewendiyên hevpar ên herdu aliyan hene. Hevbendiya berjewendiyan  dê bandorên cezayên DYA‘yê yên li ser Îranê sivik bike, her wiha heger çareserî hebin jî dê bihêle Tirkiyê ji hêla Îranê ve were qebûlkirin. Dîsa jî hevalbendiya berjewendiyê wê bidawî bibe, ger koalîsyona Ereb û Yemenê projeyên Îran û Tirkiyê li Yemenê bi rêya bidawîkirina şerê li dijî Husiyan bidawî kirin an jî danûstandinên prosesa lihevkirina aştiyane li Yemenê di çarçoveyeke erebî de biser ketin. Ger Ereb nehiştin Tirkiyê nikare hêviyên xwe li Yemenê pêk bîne. Girîng e mudexeleyên Qeter û partiya reform a ixwançî di kontrolkirina karûbarên Yemenê werin rawestandin. Wê demê berjewendiyên hevpar ên Îran û Tikriyê dê bidawî bibin. her du alî wê carek din li ser hegemoniyê dikevin pêşbaziyê. Dê nakokiyê nijadperestî ji nû ve derkevin. Bi taybet li gel zêdebûna cezayên Amerîka li dijî Îranê û Tirkiyê nikarî sûd ji sînorên xwe bi Îranê bigire."

ROLA BIBANDOR A WELATÊN ERBAN JI BO TÊKBIRINA HÊVIYÊN ÎRAN- TIRKIYÊ

Ewlawî wiha domand: "Di vir de girîngiya hebûn, berdewamkirin û firehkirina koalîsyona Ereb a dij li Yemenê ji bo têkbirina hêviyên Îran û Tirkiyê yên nejadî diyar dibe. Ji ber ku rolek bingehîn di sînordarkirina hegemoniya Îran û Tirkiyê dilîze. Bi taybet li gel tevgerên dewletên Ereb ên bi bandor. Mîna Misir, Siûdî Arabistan û Îmarat ji bo rêgirtina li pêşiya hêviyên mitînger ên Îran-Tirkiyê. Her du jî xêrê ji herêma Ereb re naxwazin ji wê zêdetirî amûrên xwe yên herêmî bikar tînin da ku xewnên xwe yên mitîngerî di dagirkirina welatên Ereb de û parvekirina xêr û berekatên wê pêk bîne."

(şx)

ANHA