​​​​​​​PDK: Me tu hêz neşandine Zînê Wertê

PDK’ê li ser nerazîbûna li dijî şandina hêzê ji bo Zînê Wertê îdia kir ku wan tu hêzeke taybet neşandiye herêmê û tu peywendiya hêzên ku hatine şandin, bi wan ve nîn e. PDK’ê ji ber aloziya ku derketiye û îdiayên şandina hêzên ser bi PDK’ê ve jî YNK’ê berpirs girt.

​​​​​​​PDK: Me tu hêz neşandine Zînê Wertê
16 nîsan, 2020   06:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku YNK û PDK’ê hêz şandin herêma Zînê Wertê, alozî li herêmê zêde bû û didome. Piştî hatina hêzên pêşmerge, li herêmê balafirên şer ên Tirk herêm bombebaran kir.

Ajansa Rojnewsê ragihand ku piştî bombebaranê ku hêzên gerîla tê de hatin hedefgirtin, nerazîbûna hêzên siyasî û raya giştî ya Kurd derket asta jor. Bi taybet ji ber aloziya ku li herêmê rû daye, PDK berpirsyar tê dîtin.

Mekteba Siyasî ya PDK’ê duh derengiya şevê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de PDK red dike ku hêzeke ser bi PDK’ê ve çûbe herêmê û ew di ber bûyerê de berpirsyar bê girtin.

PDK’ê jî mîna Wezareta Pêşmergeyan îdia kir ku hêzên pêşmerge yên çûne herêmê ji ber pêşîlêgirtina vîrûsa koronayê bûye û hate gotin ku hêzên li wir jî tu peywendiya wan bi PDK’ê ve nîn e.

Mekteba Siyasî ya PDK’ê YNK’ê di ber gurkirina nakokî û aloziyan de berpirsyar digire û da zanîn: “Mixabin, hinek kes di nava YNK’ê de her tim hewl didin vê mijarê û gelek mijarên din hizbî bikin û me vegerînin serdemên berê. Mafê Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye hêz bişîne hemû deverên Herêma Kurdistanê.”

Tevî ku Wezareta Pêşmerge îdia kir ku wan hêz ji bo rewşa koronayê û demkî şandiye herêmê jî, tê gotin ku piştî daxuyaniyê hinek hêzên nû yên ser bi Zêrevaniyê ve şandina herêmê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzeke hevbeş a ji pêşmergeyên YNK û PDK’ê pêk tê, ser bi Wezareta Pêşmerge ve ye. Lê wezaret di destê PDK'ê de ye û serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî ku biryara vê dide jî PDK'yî ye.