Li Qamişloyê pakêtên xwarinê hatin belavkirin

Rêveberiya Xweser beşa yekemîn a pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar ên ku debara xwe bi karê rojane dabîn dikin, belav kirin.

Li Qamişloyê pakêtên xwarinê hatin belavkirin
Li Qamişloyê pakêtên xwarinê hatin belavkirin
Li Qamişloyê pakêtên xwarinê hatin belavkirin
Li Qamişloyê pakêtên xwarinê hatin belavkirin
15 nîsan, 2020   11:44
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya parastina ji Koronavîrusê (Covid-19) qedexeya derketina derve ferz kir, gelek kar hatin rawestandin û bandor li rewşa debarê ya hin malbatan kir, ji ber vê yekê rêveberiyê biryara belavkirina parên xwarinê li malbatên zehmetiya debarê dikişînin, da.

Îro Meclisa Qamişloyê beşa yekemîn a pakêtên xwarinê li 300 malbatên li bajêr ên ku debara xwe bi karê rojane dabîn dikin, belav kirin. Pakêtên xwarinê ji madeyên dezenfektekirinê û kel û pelên xwarinê pêk yên.

Endamê Rêveberiya Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a taxa Xerbî ya Qamişloyê Selah Helbo da zanîn ku wan îro beşa yekemîn a alîkariyê belav kir û hîn jî dê çend carên din belav bikin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku belavkirina pakêtên xwarinê dê heta bidawîkirina dema qedexeyê berdewam be.

GIRKÊ LEGÊ

 

Li navçeya Girkê Legê meclisa navçeyê 100 pakêtên xwarinê li 100 malên hewcedar ên li nava navçeyê belav kirin.

Komînên taxan navên malbatên hewcedariyên wan hene, tomar kirin û paşê pakêtên xwarinê li wan hatin belavkirin.

Serokatiya meclisa navçeyê piştrast kir ku dê pakêtên xwarinê li hemû malbatên navçeyê yên hewcedariya wan pê heye, belav bikin.

DÊRIK

 

Her wiha li Dêrikê jî 200 pakêtên xwarinê li malbatên feqîr hatin belavkirin.

Komîteyên Rêveberiya Xweser bi hevkariya komîn û meclisa navçeya Dêrikê 200 pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar belav kirin.

Dê pakêt li hemû malbatên zehmetiya debarê dikişînin, werin belavkirin.

(eh)

ANHA