​​​​​​​Hejmara Koronavîrusê li Filistînê û Îsraîlê zêdetir dibe

 wezareta Tenduristiya ya Filistînê ragihand ku li Difa El-Xerbiyê hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine 263 kesan, di heman demê de li Îsraîlê jî gihaştiye 94 hezar 4 kesan û 72 kes jî mirine.

​​​​​​​Hejmara Koronavîrusê li Filistînê û Îsraîlê zêdetir dibe
8 nîsan, 2020   10:50
​​​​​​​XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li bajarên Nablisê û Xelîl 2 haletên nû yên Koronavîrusê tomar kirine.

Îro wezaretê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li Filistînê 263 kes bi vîrusê ketine ji wan 44 kes rehet bûne.

Di vê çarçoveyê de Wezaretê Tenduristiyê ya Îsraîlê jî bi dehan haletên vîrusê tomar kiriye û di saetên dawîn de jî mirina 7 kesan ragihand.

Wezaretê diyar kir ku li Îsraîlê hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaştiye 9 hezar û 400 û 4 kesan ji 122 rewşan kambax e û 72 kes mirine.

Di çarçoveyeke din de nûçegihanê ANHA’yê ji Xezayê diyar kir ku artêşa Îsraîlê keştiyên filistînê li deryaya bakurê Xezayê kir armanc û di encamê de filistîniyek birîndar bûye.

(eh)

ANHA