Qanî serdana Iraqê kir

Berpirsên iraqî eşkere kirin, ku fermandarê nû yê Tugeya El-Qudis a Îranê Îsmaîl Qaanî bi îdiaya blokên Şîe ji bo avakirina hikûmetê bike yek, di vê hefteyê de serdana Bexdayê kir.

Qanî serdana Iraqê kir
1 nîsan, 2020   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Associated Press li ser zimanê berpirsên iraqî, ragihandin ku fermandarê nû yê Tugeya El-Qudis a Îranê Îsmaîl Qaanî di vê hefteyê de gihaşt Iraqê, di demekê de ku hêzên iraqî nikarîn hikumetek nû ava bikin.

Berpirsan diyar kirin Îsmaîl Qaanî cara yekemîn bi awayekî fermî û fermî, êvara Duşemê gihaşt Bexdayê. Qaanî li gel qedexeya derketina derve ku li Iraqê ji çend rojan ve berdewam e gihaşt balafirgeha Bexdayê.

Tê gotin ku Qaanî bi hinek serokan re hevdîtin çêkiriye, di nav de Hadî El-Amrî, serokê Tevgera El-Hikme Emar El-Hekîm û serok Berhem Salih.

Berpirsek siyasî yên peyabilin ên Şîeyê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Associated Press got: "Ev tecrûbeya wî ya yekemîn e. Ka wê bi serkeve û helwesta Şîî bike yek mîna ku Silêmanî kiriye."

(şx)