Guman li ser tenduristiya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de hene

Malbatên girtiyan ên li girtîhên Tirkiyê girtîne, diyar kirin piştî belavbûna vîrûsa Koronayê rewşa zarokên wan ne diyar in û divê eşkere bikin. Malbatan bang li rêxisitnên navneteweyî û Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê kirin ku fişarê li dewleta Tirk bikin ku girtiyan serbest berdin.

Guman li ser tenduristiya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de hene
29 adar, 2020   05:14
ŞEBHA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk bi sedan ciwanên Kurd di dem û cihên cuda de girtine.

Bi berbelavbûna Koronavîrusê li tevahî cîhanê re, piranî dewletan girtiyên xwe serbest berdan.

Li gelek bajarên mezin ên Tirkiyê vîrûsa Koronayê belav bûye. Li gorî daxuyaniyên rayedarên Tirk nêzî 6 hezar kes bi Koronayê ketine û nêzî 100 kes mirine. Li gorî daxuyaniyên hin parlementerên Tirk Korona li girtîgehan jî belav bûye. Tevî van hemû xeteriyan jî dewleta Tirk a dagirker serbestberdana girtiyan red dike. Dê ev jî bi xwe karesateke mirovî pêk bîne.

Derbarê mijarê de ANHA’yê bi hin malbatên girtiyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevpeyvîn çêkir.

Emel Mihemed Nebo xwişka girtiyê bi navê Hesen Mihemed Nebo wiha got: "Birayê min di girtîgeha Agiriyê de ye. Artêşa Tirk a dagirker di 19’ê Sibata 2019’an de ew li herêma Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê girt."

Emel li ser tenduristî û saxiya biryarê xwe ditirse wiha da zanîn: "Em bang li dewletên cîhan û rêxistinên navneteweyî dikin ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku girtiyan berdin ku girtî bi Koronavîrusê nekevin. Çima tevahî dewletên cîhanê girtiyên xwe berdan û dewleta Tirk a dagirker tev nagere."

Emel Nebo diyar kir ku rewşên li girtîgehên dewleta Tirk bi berbelavbûna Koronavîrusê de pir xeternak e û wiha anî ziman: "Jiyana zarokên me bi sedema berbelavbûna Koronavîrusê li dewleta Tirkiyê û bêdengiya desthilatên Tirkiyê re, gûmanan der barê berbelavbûna Koronavîrusê di girtîgehan de çêdike."

Ehmed Ebdo birayê girtiyê bi navê Hesen Ebdo ku artêşa Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê di 1998’an de girtiye û niha di girtîgeha Balî Qasîr de ye, hişyarî li ser belavbûna Koronavîrusê da.

Ebod got: “Dewleta Tirk berpirsê jiyana girtiyan e. Di hundirê girtîgehên dewleta Tirkiyê de bi deh hezaran girtî hene. Gihîştina vîrusê li girtîgehan û berbelavbûna wê di nava girtiyan de dê bi xwe re karesatekê bîne û jiyana bi hezaran têxe xeteriyê."

Dewleta Tirk a dagirker biryar deya ku girtiyên ku dizî, tecawiz û kes kuştine berde. Lê tenê yên siyasî yanî girtiyên Kurd bernade.

Ebdo di  dawiya axaftina xwe de got: “Dewleta Tirk a dagirker hinek girtî berdan. Lê yên siyasî bernade û nîjandperestiyê dike. Her wiha serbestberdana girtiyên siyasî tevî ku piranî dewletên cîhanê girtiyên siyasî berdan red dike.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hLAWQ0OLqgw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>