Xebatên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê dewam dikin

Hemleyên paqijkirin û dezenfektekirinê li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê, dewam dikin. Komîteyên Zabîteya Serfkaran û daîreyên Zemhîrê ji aliyê xwe ve gerên çavdêriya dikanan zêde kiriye.

Xebatên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê dewam dikin
Xebatên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê dewam dikin
Xebatên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê dewam dikin
Xebatên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê dewam dikin
Xebatên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê dewam dikin
Xebatên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê dewam dikin
Xebatên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê dewam dikin
Xebatên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê dewam dikin
26 adar, 2020   14:31
QAMIŞLO

Li gorî biryarên Şaneya Kirîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê hemleyeke paqijkirin û dezenfektekirin li hemû saziyên navçeyê, cihên olî, dêran, mala êzidiyan da destpêkirin. Her wiha kolana sereke, sûka navendî, sûka sinaî û deriyên ketin û derketina navçeya Tirbespiyê paqij kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Navçeya Tirbespiyê Ebdulezîz Mihemed wiha got: "Em kar û xebatê şaredariyê li gorî biryarên Şaneya Kirîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi rêxistin dikin."

Ebdulezîz diyar kir ku bi pêkanîna biryara qedexeya derketina derve re, hemû kolanên serke yên navçeyê, sazî, cihên olî û şaredariyên girêdayî navçeyê hatin paqijkirin û dezenfektekirin.

Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê belavokên girêdayî çawaniya xweparastina ji Koronavîrusê belav kir. Her wiha Zabîteya Şaredariya Gel bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê bi gerên çavdêriyê li ser dikanên firotina sebze û goşt li sûka navendî, radibe.

ŞEHBA

Li herêma Efrînê jî şaredariyên gel hemleyên dezenfektekirinê dewam dikin û ji bo xweparastina ji vîrusê madeya "Sodium hypochlorite" ya bi rêjeya ji sedî 6 bi kar tîne.

Şaredariyên herêma Efrînê hemleyên dezenfektekirinê dane destpêkirin. Her wiha 5 sahrîc bi madeya "Sodium hypochlorite" ji kargeha dermanan a li gundê Kefer Qaris a girêdayî navçeya Ehdes, dagirt.

Ajansa me ANHA`yê hemleyên dezenfektekirinê şopand. Serokê Şaredariya Gel a kantona Efrînê Faiq Ehmed wiha got: "Bi belavbûna Koronavîrusê re, pêwîstiya me û tevahî şaredariyan bi tedbîrên xweparastinê heye. Bi taybetî jî piştî biryara Rêveberiya Xweser a qedexeya derketina derve. Ji ber vê yekê me hemleyên dezenfektekirinê zêde kirin."

Ehmed wiha dewam kir: "Li ser vê esasî, em ê bi 5 sahrîcên mezin madeya Kilorê li hemû navçeyên kantona Şehbayê bi rêk û pêk, belav bikin."

Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku ji bo parastina tenduristiya xwe, li gorî biryarên Rêveberiya Xweser tevbigerin.

Ji 23`ê Adarê de li hemû bajar, navçe û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve heye. Tê payîn ku qedexe heta 15 rojan dewam bike û dibe ku hîna bê dirêjkirin.

(cx)

ANHA