Gelê Dêrikê jî biryara qedexeya derketina derve bi cih anî

Li herêma Dêrikê jî qonaxa duyemîn a qedexeya derketina derve ji saetên sibê ve ketiye meriyetê, dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî digerin û liv û tevgera nava bazarê kêm e.

Gelê Dêrikê jî biryara qedexeya derketina derve bi cih anî
Gelê Dêrikê jî biryara qedexeya derketina derve bi cih anî
Gelê Dêrikê jî biryara qedexeya derketina derve bi cih anî
23 adar, 2020   12:01
QAMIŞLO

Li herêma Dêrikê ji saet 6:00’ê sibê ve çûn û hatin tune ye, sazî, navend û gerac girtî ne û dezgehên veguhastinê nagerin.

Tenê komîteyên dezenfektekirinê, firoşgehên kel û pelan, nexweşxane, Heyva Sor a Kurd, şaneyên aloziyê û sehrîcên veguhastina sotemeniyê li ser karên xwe ne.

Dêrikî li gorî biryara qedexeya derketina derve tev digerin; têketin, derketin û kolanên bajarê Dêrikê vala ne.

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Feramez Hemo piştrast kir ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava dezenfektekirinê de ku şaredarî û Gerînendetiya Tenduristiyê ya Dêrikê pê rabûne, dê sibe bazar û gerac werin dezenfektekirin.

 (eh)

ANHA