​​​​​​​Angela Merkel kete karantînayê

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel piştî ku temas bi bijîşkekî danîbû, vîrusa koronayê wergirt. Merkel kete karantînayê.

​​​​​​​Angela Merkel kete karantînayê
22 adar, 2020   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Derket holê, bijîşkê ku Merkel roja Înê temas kiriye, bi vîrusa koronayê ye.

Li gorî hikumeta Almanyayê Merkel bi lez û bez ketiye karantînayê.

Berdevkê hikumetê Steffen Seîbert diyar kir ku wê di rojên pêş de Merkel têkeve testê. Seîbert diyar kir ku Merkel wê di karantînayê de jî xebatên xwe bidomîne.