Şênî bang li partiyên siyasî kirin: Xewna me bi cih bînin

Şêniyên bajarê Qamişlo li deverên cûda bi komên biçûk Cejna Newrozê pîroz kirin bang li partiyên siyasî kirin ku yekitiya Kurdî ava bikin.

21 adar, 2020   16:51
QAMIŞLO

Ji ber metirsiya vîrusa Koronayê pîrozbaniyên girêseyî yên Cejna Newrozê îsal li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin qedexekirin.

Şêniyên bajarê Qamişlo li deverên derdora bajêr bi komên biçûk Newroz pîroz kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina şêniyan ji êrişên muhtemel tedbîrên parastinê girtin.

Hin şêniyan der barê vê rojê de nêrînên xwe ji ANHA‘yê re parve kirin.

Bozan Oso got: "Em ê wekî her sal Cejna Newrozê pîroz bikin, helbet vîrûsa Koronayê heye. Lê Newroz ji bo me rojeke pîroz e, nabe em di malên xwe de bimînin, ji ber Newroz meşeleya azadiyê ye."

Oso, banga yekrêziyê li partiyên siyasî yên Kurdî kir û got: "Destek tenê çepka nade, lê heger gelek dest bibin yek helbet wê bi hêz bibe û tu kes nikare têk bibe."

Ciwana bi navê Ranya Mihemed Emîn Cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha anî ziman: " Cejna îsal ji cejnên berê cûda ye, ji ber vîrusa Korona belav bûye. Rast e îsal pîrozbahî ne girse bû lê me rojek xweş derbas kir.

Ranya Emîn banga li partiyên siyasî kir ku yekrêziya xwe ava bikin û ev tişt anî ziman: "Îsal bikin sala yekrêziya refa Kurdî. Ji ber vê ev xewna me ye. Vê xewnê bikin rastiyek."