Dewriyeya hevbeş rêya xwe kurt kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku dewriyeya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê ku îro li ser rêya navneteweyî ya M4 dest pê kir, ji ber provokasyonên ji aliyê komên terorîst ve rêya xwe kurt kir.

Dewriyeya hevbeş rêya xwe kurt kir
15 adar, 2020   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsya diyar kir ku dewriyeya hevbeş a yekemîn bi hêzên Tirkiyê re li ser rêya M4 li herêma Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê rêya xwe ji ber provokasyonên ji aliyê komên terorîst ve, kurt kir.

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê got dewriyeya leşkerî ya hevbeş a di navbera hêzên Rûsya û Tirkiyê de îro li ser rêya M4 dest pê kir. Ev yek di çarçoveya pêkanîna biryara agirbestê de pêk hat.

(bx)