Jinên Kobanê: Jin roleke aktîf di tevahî aliyan de dilîzin

Jinên Kobanê yên beşdarî şahiya 8’ê Adarê bûne, piştrast kir ku jin roleke girîng di tevahî aliyan de bi rêya beşdariya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîstine û bal kişand ser têkoşîna jinan ku hê jî berdewam e.

Jinên Kobanê: Jin roleke aktîf di tevahî aliyan de dilîzin
Jinên Kobanê: Jin roleke aktîf di tevahî aliyan de dilîzin
Jinên Kobanê: Jin roleke aktîf di tevahî aliyan de dilîzin
Jinên Kobanê: Jin roleke aktîf di tevahî aliyan de dilîzin
8 adar, 2020   13:47
KOBANÊ

Bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" bi hezaran jinên bajarê Kobanê beşdarî şahiya Roja Jinan a Cîhanê bûn. Şahî li Qada Jinan a Azad bi beşdariya jinên herêma Firatê li dar ket.

Qad bi al, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên û alên Kongreya Star hat xemilandin.

Di şahiyê de berdevka Kongreya Star a Kobanê Zehra Berkel axivî û 8’ê Adarê li tevahî têkoşer û jinên cîhanê pîroz kir. Zehra Berkel wiha axivî: "Ji vir,  ji Qada Jinan a Azad ji bajarê Kobanê, bajarê berxwedanê vê boneyê li tevahî jinên azad û cîhanê pîroz dikin û tevahî şehîdên azadî û berxwedêr bi bîr tînin."

Zehra wiha gotinên xwe berdewam kirin: "Me hemûyan berxwedana wêrek a jinan li hember rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bilî wê komên terorîst ên dîtir dît. Îro jî ev berxwedan li dijî terora dewleta Tirk a ku di kesayeta şehîd Hevrîn Xelef de hatiye sepandin berdewam e ku jinan beriya her tiştî hedef digire."

Zehra silavên xwe ji her jineke berxwedêr ku li hember terorîst sekiniye û di oxira bidestxistian azadiyê de li ber xwe daye silavên xwe şandin û wiha piştrast kir: "Jinan roleke girîng û têkoşer di tevahî aliyan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîst."

Piştre berdevka Akademiya Civaka Demokratîk Felek Yûsiv nameya YPJ’ê xwend ku tê de wiha hat: "Hê jî jin di zilmetiyê de jiyan dikin ku li tevahî cîhanê rojane destdirêjî lê tê kirin. Lê belê jina li vir di oxira rizgarkirina tevahî jinan ji kelepçeyên radîkalî de li ber xwe didin. Jin gihîşt têkoşîn xwe û ji nû ve vegerî rastiya cewhera xwe. Îro vê cehwerê bi rêya xwesepandina jinan di şer û aştiyê de dijîn."

Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa kantona Girê Spî Hêvîn Îsmalî axivî û wiha da zanîn: "Tevahî têkoşer û beşdarên di vê rojê de silav dikin. Her wiha ji wan re dibêjin ku erê ji azadiyê re, erê ji vînê re, erê ji şikandina kelepçeyên serdemên taritiyê re."

Hêvîn wiha lê gotinên xwe zêde kir: "Bi navê kantona Girê Spî ya dagirkirî dibêjin; dewleta Tirk a dagirker jin û zarok beriya mêran koçber kir. Ji ber ku ji wan ditirse."

Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Firatê Lemîs Abdullah û endama rêvebera a Asayîşa kantona Kobanê Feryaz Misto li ser destkeftiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevahî aliyan de axivîn.

Axêveran piştrast kir ku tevahî destkeftî bi saya têkoşîn û qurbaniyên jinan di dirêjahiya salên şer ên Sûriyê de pêk hatin.

Şahî bi pêşkêşkirina Koma Hîlala Zêrîn a stran, şano û dîlanê bi dawî bû.

fr

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Lt3207hT0Uk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>