Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyên 8’ê Adarê

Bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kantona Şehbayê û bajarê Helebê, Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin.

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyên 8’ê Adarê
8 adar, 2020   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Tevahî jinên cîhanê vê rojê bi rêbazên cihêreng pîroz dikin, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî şahî bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" tên lidarxistin.

Li gorî bernameya komîteya amadekar, çalakiyên 8’ê Adarê dê li van bajaran li dar bikevin:

Li kantona Qamişlo bi vê boneyê, li herêma Mizgeftê ya bakurê navçeya Tirbespiyê şahî saet di 10:00’an li dar dikeve.

Li kantona Hesekê, li bajarokê Til Bêder ê li ser rêya Dirbêsiyê şahî saet di 10:00’an de li dar dikeve.

Jinên kantona Kobanê bi vê boneyê dê li Qada Jinan a Azad a bajarê Kobanê di saet 12:00’an de li dar bikeve.

Li Minbic û gundewarên wê dê şahî saet di 10:00’an de li dar bikeve.

Li kantona Şehbayê dê şahî li gundê Meret Mislimiyê yê navçeya Ehdas di 11:00’an de li dar bikeve.

Li bajarê Helebê jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê li Eşrefiyê li hember Nexweşxaneya Henan saet di 10:00’an de li dar bikeve.

Li bajarê Reqa dê jin şahiyê li tîma 17’an saet di 11.00’an de li dar bixin.

(fr)

ANHA