​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 7 Adarê

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa serketina serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn ya xapandina Erdogan û her wiha Fransa 11 blokên îxwanî yên girêdayî dewleta Tirk têk birin, kir.

​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 7 Adarê
7 adar, 2020   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: PÛTÎN DI XAPANDINA ERDOGAN DE KU LI SERKETINEKE MORAL DIGERE, BI SER KET

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Peyman ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan îmze kiriye, tu nîşaneyên rewşa meydanî li Idlibê ku dê vegere beriya êrişa hêzên Rûsya û Sûriyê, hilnegirtin. Êrişên Sûriyê û Rûsya li dijî komên tundraw ên bi piştevaniya Enqereyê pêşketinên mezin bi dest xistin. Di heman demê de Erdogan li ser mayîna nuqteyên çavdêriyê ku wek xwe mane, diaxive."

Çavdêr dibînin ku serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn di kişandina hemşîreyê xwe yê tirkî bi hewldana eşkerekirina ku tenê hevdîtin e , her wiha pesindayîna moralî û siyasî di navbera her duyan de bi ser ket. Erdogan çend hefteyan hewl da vê derfetê wergire ku hevkarê hevbeş di rol û bandorkirinê de weke Moskovê di dosyaya Sûriyê û Sochiyê de ye.

Serok Rûsya ji Erdogan zêdetir kesayetê wî ya ku li pesindayîn digere, dinase. Ji lew re Pûtîn bi coş Erdogan li pêş çapemeniyê pêşwaz kir û di peymana parastina destkeftiyên hêzên Sûriyê li ser erdê de bi ser ket.

Çavkaniyên dîplomasî yên Rûsyayê bi bîr xist ku dê peyman demkî heta ku hêrsa Erdogan dadikeve. Her wiha Rûsya di plana xwe ya vegerandina tevahî Idlib û Helebê, alîkariya hêzên El-Esed a serweriya li ser tevahî xaka Sûriyê de bi israr e.

ŞERQ EL-EWSET: PIŞTÎ ŞERÊ LI BAŞÛRÊ TERABLUSÊ, CAREKE DIN AGIRBEST TÊ BINPÊKIRINÊN

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand:"Hêzên artêşa Wetenî bi serkêşiya Hefter û hêzên alîgirê hikûmeta Wîfaq bi serkêşiya El-Sîrac sewqiyatên leşkerî birin Terablusê. Duh careke din agirbesta di navbera her du aliyan de hat binpêkirin. Beriya du rojan jî şerê dijwar rû da û duh di saetên sibê de kêm bû."

Berpirsekî leşkerî yê payebilind ji Şerq El-Ewset re diyar kir ku artêşa Wetenî li ser  hesabê milîsên alîgirê hikûmeta El-Sîrac ber bi Terablusê ve bi pêş dikeve.

EL-BEYAN: LI FRANSAYÊ 11 BLOKÊN "IXWAN" KU BI TIRKIYÊ RE GIRÊDAYÎ NE HATIN TÊKBIRIN

Rojnameya El-Beyan di raporeke xwe de wiha got:"Dewleta Tirk hewl dide projeyên xwe yên rûxandinê ne tenê li herêmê bi rêya destwerdanên li Sûriyê û Lîbyayê pêk bîne lê belê dixebite da ku tevlîheviyê di navbera alîgirên xwe de li tevahî cîhanê derxîne. Da ku armancên xwe li Fransayê  pêk bîne. Wezareta Hundrîn a Fransayê beriya du rojan diyar kir ku wê 11 blokên bazirganî, fêrkirin û xêrê li 4 bajarên Fransayê cemidandin û ev yek ji bo destekdayîna komên "Îslama siyasî" dihat bikaranîn. Da ku pereyan ji derve "Tirkiyê û dewletên din" bigerin, ji bo kom û kesên ku tev li berjewendiyên hikumet û meclisên şaredariyan dibin, bi kar bîne."

fr-bx