Bi boneya 8`ê Adarê serdana gorên şehîdan kirin

Bi boneya 8`ê Adarê şandeyên jin ên Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan serdana goristanên şehîdan ên kantonên Qamişlo û Hesekê kirin û mûm li gorên şehîdan vêxistin.

5 adar, 2020   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji nav rêzeçalakiyên Kongreya Star ji  bo pêşwazîkirina 8`ê Adarê, vê şevê şandeyek jin ji Kongreya Jin û Meclisa Malbatên Şehîdan serdana Goristanên Şehîdan ên kantonên Qamişlo û Hesekê kirin û mûm li ser gorên wan vêxistin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê şandeyek ji jinan û malbatên şehîdan serdana Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur kirin. Jinan ji bo bîranîna şehîdan mûm li ser gorên wan vêxistin.

QAMIŞLO

Girêdayî heman mijarê dayîk û hevserên şehîdan û endamên Kongreya Star a bajarê Qamişlo mûm li ser gorên şehîdên Goristana Şehîd Delîl Saroxan vêxistin.

DÊRIK

Her wiha li Dêrikê bi dehan endamên Kongreya Star, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û saziyên civaka sivîl serdana Goristana Şehîd Xebat Dêrik kirin û mûm li gorên şehîdan ji bo bîranînên wan vêxistin.

Endaman li goristanê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, şehîd Hevîrn Xelef û dayîka Aqîde tevî pankarên binivîsên Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e hildan. Her wiha sloganên silavkirina berxwedana jinê, silavkirina şehîdên azadiyê berz kirin. di destpêkê de endaman serdana gorên şehîdan Hevrîn û dayîka Aqîde kirin.

Piştre merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama rêveber a Kongreya Star a Dêrikê Şêrîn Yusif axivî û 8`ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir. Şêrîn destnîşan kir ku jinan wan bi têkoşîn û berxwedana xwe destkeftiyên bêhempa bidest xistin. Her wiha teqez kir ku ev hemû bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêk hatin.

Ji aliyê xwe ve Muna El-Hemmaş bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê axivî û got: "Em bejna xwe li hember tevahiya şehîdan û jinên têkoşer ên ku dîrok bi destanên xwe xêz kirine ditewînin. Jinên ku li qadan in ji bo ku wekhevî û mafên jinê bidest bixin."

Piştre bi navê malbatên şehîd Hevrîn Xelef û dayîka Aqîde axaftin hatin kirin. axaftvanan soza mezinkirina asta têkoşînê li dijî tevahiya êrişên li dijî jin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan.

Di nav berzkirina sloganên pîrozkirina 8`ê Adarê û silavkirina berxwedana jinê endaman baxên gul û kulîlkan danîn ser gorên şehîd Hevrîn û dayîka Aqîde. Her wiha jinan mûm li ser tevahiya gorên şehîdên Goristana Şehîd Xebat Dêrik vêxistin.

HESEKÊ

Bi boneya 8`ê Adarê endamên Kongreya Star a bajarê Hesekê gorên şehîdan ên ku canê xwe ji bo rûmet û azadiyê, jiyana hevpar û parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  feda kirin ên Goristana Şehîd Dijwar li gundê Dawudiye  xemilandin. Bi dehan şêniyên û malbatên şehîdan ên bajêr tev li wan bûn. Her wiha mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê şandeya Kongreya Star, endamên jin ên saziyên sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan serdana gorên şehîdan ên Goristana Şehîd Rustem Cûdî kirin û mûm li ser gorên wan vêxistin.

ŞEHBA

Li Şehbayê, bi dehan jin, hevjîn û dayikên şehîdan, endam û endamên rêveber ên yekitî û saziyên sivîl ên herêma Efrînê serdana Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya li kantona Şehbayê kirin û gorên şehîdan bi gul û mûman xemilandin.

Çalakiya bîranîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Xedîce Elo tevahiya jinên cîhanê û şervanên  li eniyên şer bi rasthatina 8`ê Adarê pîroz kir.

Paş Zekiye Ismaîl bi navê jinên kantona Şehbayê daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye

‘‘Bi navê jin  di Meclisa Malbatên Şehîdan de em jinan li her derê bi 8`ê Adarê pîroz dikin. Silavek hezkirin ji te re ey mirovê bisebir û qenc. Tu birînan derman dikî û tê dikoşî. Silavek hezkirin û wefadarî ji her jinekê re ku axa welatê xwe ya buha bi xwîna xwe avda û axa welatê xwe parastin. Silavek hezkirin ji giyana civakê re bi tayber jina Kurd a şehbayî. Ev jina ku karî li kantonên Efrînê û Şehbayê ji 5 salan ve bi rêya pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe birêxistin bike. Tev li tevahiya waran bû û tevahiya eniyên pêşîn û paş de cih girt. Da ku têkoşînê birêve bibe û rolek çalak di berxwedana ku ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de wergirtiye de bilîze. Rêberê mirovahiyê yê ku ji zêdetirî 20 salan ve di şertên tecrîda girankirî de li girava Îmraliyê tê dikoşe. Tirkiyê hewl dide bi tevahiya cureyên îşkenciyê wî îşkence bike.

Ji ber ku têkoşîn û azadiya vedigere fikrê Rêber Abdullah Ocalan em soza mezinkirina asta têkoşînê heya bidawîkirina tecrîdê û dabînkirina azadiya wî didin. Da ku bigihêjin wateya felsefî a kûr a slogan Jin jiyan e azadî. Ev slogan nûnertiya giyana berxwedanê dike. Berxwedana bi milyonan jinan do berxwedam û wêrekiya şehîdên me mîna Bêrîtan, Zîlan, Barîn û Efrînê di veşartî ye.

Di dawiyê de em carek din jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya jinên li hember artêşa Tirk a dagirker liber xwe dide bi 8`ê Adarê pîroz dikin.

Wek dayîk û hevserên şehîdan em soza şopandina rêyên şehîdan heya rizgarkirina tevahiya axa Sûriyê ya dagirkirî didin.`

Di dawiya çalakiyê de jinan kulîlk û mûm danîn ser gorên şehîdan.

(şx)

ANHA