QSD`ê îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ku têde îdîa dikir, 32 şervanên YPG`ê şehîd bûne, derewandin û got: "Ev daxuyanî ji rastiyê dûr in."

QSD`ê îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin
4 adar, 2020   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîsk weşand û bal kişand ser îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker.

Daxuyanî wiha ye:

"Di roja 2`ê Adarê de, ji aliyê Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker  ve daxuyaniyek hat weşandin. Li gorî daxuyaniyê 32 şervanên YPG di dema amadekariya êrişê de hatine şehidxistin. Tiştên ku di vê daxuyaniyê de tên gotin ji rastiyê dûr in û bi armanca şerê taybet hatine ragihandin."

(kc)