Ralph Abraham ji bo Reqayê çi got?

Endamê Partiya Komarparêz a Amerîkayê û serokê Komîteya Çekdarkirinê di Kongreya Amerîkayê de Ralph Abraham got ew bi pêşketinên ku li Reqayê çêbûne, kêfxweş e.

Ralph Abraham ji bo Reqayê çi got?
Ralph Abraham ji bo Reqayê çi got?
Ralph Abraham ji bo Reqayê çi got?
19 sibat, 2020   11:54
REQA

Ralph Abraham serdana Bakur û Rojhilatê kir û bi fermandarê giştî yê QSD`ê, Rêveberiya Xweser û Meclisa Sivîl a Reqayê re hevdîtin pêk anîn.

Ralph Abraham piştî ku serdana Meclisa Sivîl a Reqayê kir, ji ajansa me re axivî û ev tişt got: "Ez hatim Reqayê û tiştên gewre û mezin ên ku çêbûne min dîtin. Ez bi pirbûna şêniyên wê kêfxweş im. Ji min re hate gotin ku beriya niha ev hejmara pir a şêniyan tune bû. Tiştê ku herî zêde ez pê kêfxweş bûm, dîtina min a zarokan bû ku dema dilîstin. Her wiha min werşeyên kar dîtin û di rêya xwe de min xebata jinûveavakirinê jî dît. Ez ê vê nameyê bi xwe re bibim DYA`yê."

Abraham di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Kurdan û got: "Me li Amerîkayê têkoşîna Kurdên Sûriyê dît û dema ez li vir bûm ez bûm şahidê vê têkoşînê. Têkildarî vê mijarê, ez ê endamên din ên kongreyê bînim vir da ku bi çavê xwe tiştên ku li serê Kurdên Sûriyê tê, bibînin."

Hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî Ebd El-Selam Hemsorik jî got nîqaşa di navbera wan û şandeya amerîkî de çêbûye, erênî bû û wiha domand: "Serdan erênî bû û sozên mezin ji aliyê endamê Kongreya Amerîkayê Ralph Abraham ve ji bo dewamkirina destekdayîna bi QSD û Rêveberiya Xweser li herêmên Bakurê Sûriyê re, hatin dayîn. Me rewş bi awayekî giştî ji wî re û nexasim binpêkirinên dewleta Tirk li ser herêmên Bakurê Sûriyê şîrove kir."

Hemsorik anî ziman ku Ralph Abraham gereke dirêj li bajarê Reqayê kir û bi pêşketin û serkeftinên ku piştî xerabûna ku çeteyên DAIŞ`ê li pey xwe hiştibû, kêfxweş bû.

Hemsorik bi domdarî got: "Me behsa pêla koçberiyê ya mezin li herêmên Bakurê Sûriyê ji ber dagirkirina dewleta Tirk û nexasim ji bajarê Idlibê kir. Her wiha me got bajarê Reqayê şêniyên ji hemû neteweyan dihewîne û ji herêmên ku herî zêde lê îstiqrar û ewlehî heye. Ev jî nimûneya Sûriyeke biçûk ji Kurd, Ereb, Ermen, Çerkes û neteweyên din e."

(kc)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SZmsv2wX_Vs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>