Rejîma Sûriyê: Êrişên Tirkiyê di parastina terorê de dê biser nekeve

Fermandariya Giştî ya Hêzên Rejîma Sûriyê got, êrişên Tirkiyê yên bi armanca parastina terorê wê biser nekeve û ragihand ew ê bersiva êrişên Tirkiyê bide.

Rejîma Sûriyê: Êrişên Tirkiyê di parastina terorê de dê biser nekeve
11 sibat, 2020   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Rejîma Sûriyê daxuyanî da û got: "Rejîma Tirkiyê kiriyarên xwe yên dijminahî û binpêkirinên xwe yên leşkerî li ser xaka Sûriyê didomîne ku li dijî qanûnên nevnetewî û rêgeza serdestiya dewletên serbixwe ye. Rejîma Tirkiyê bi vê yekê hewl dide pêşketina artêşa erebî ya Sûrî rawestîne û nehêle rêxistinên terorîst ên çekdar ên di lîsta terorê ya navdewletî de li Idlib û rojavayê Helebê hilweşin."

Fermandariya Gitşî ya Hêzên Rejîma Sûriyê got: "Êrişên Tirkiyê wê di parastina terorîstên tundraw ên çekdar de biser nekeve."

Fermandariyê ragihand ku "Rejîma Tirkiyê komek nû ya leşkerî derbasî herêmê kir û êrişên xwe yên li ser herêmên tejî sivîl û nuqteyên yekitiyên leşkerî bi topan zêde kir da ku alîkariyê bide terorîstan ku serweriya xwe li ser xakê bidomîne û sivîlan wekî rehîm û metalên zindî bi kar bînin ."

Fermandariyê di dawiya daxuyaniyê de  got:  "Hêzên me yên leşkerî di pêkanîna peywirên xwe yên destûrî û niştimanî de berdewam e û amade ye bersiva êrişên hêzên dagirkeriya Tirk bide."