Li Reqayê rewşa çandiniyê

Di salên derbasbûyî de li Reqayê warê çandiniyê gelek paş ket. Ew jî bi awayek nerênî bandor li şêniyan kir. Lê piştî rizgarkirina bajêr, şêniyên Reqayê warê çandiniyê bi baş nirxandin. Ji aliyekê din ve bang li Komîteya Çandiniyê kirin da ku ji bo pêşxistina warê çandiniyê xebatên zêdetir bikin.

Li Reqayê rewşa çandiniyê
Li Reqayê rewşa çandiniyê
Li Reqayê rewşa çandiniyê
Li Reqayê rewşa çandiniyê
Li Reqayê rewşa çandiniyê
Li Reqayê rewşa çandiniyê
2 sibat, 2020   09:02
REQA-XALID EL-CUMA

Bajarê Reqayê di warê çandiniyê de li ser asta Sûriyê pêşeng e. Di çandina pembo de di pileya yekemîn de ye, di çandina genim de piştî herêma Cizîrê di pileya duyemîn de ye. Lê ji ber rewşa şer ku herêm tê re derbas dibe û di encamê de binesaziya bajêr wêran bûye, warê çandiniyê bi paş ket.

Îro piştî derbasbûna du salan li ser rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê, Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi tevahiya şaxên xwe karî gelek destkeftiyên mezin bidest bixe. Mînaka wê jî Reqa niha şîn bûye. Tevahiya zeviyên wê ji bilî yên nehatine avdan, hatine çandin.

Şêniyên Reqayê di mewsima zivistanê de debara xwe bi çandiniya genim peyda dikin. Lê gelek astengî rastî cotkaran tê. Jê ya herî girîng, buhabûna bihayên semadê ye. Ji ber ku miqdara semadê ya ku Komîteya Çandiniyê ji cotkaran re pêşkêş dike têra tevahiya mewsimê nake. Buhabûna bihayên derman beşa din a pirsgirêkê ye.

Miqdara hilberînê ya sala borî ji genimê ner û hişk ji her donimekê re li hinek herêman gihaşt 500 kg. Li hinek herêmên din gihaşt 400 kg ji her donimekê re. Hinek herêmên din jî her donimek zevî 600 kg genim dida.

SEDEMÊN PAŞKETINA ÇANDINIYÊ LI BAJARÊ REQAYÊ

Ji girîngtirîn sedemên paşketina çandiniyê li Reqayê qutbûna kehrebeyê ye. Ji ber ku piraniya zeviyên Reqayê bi rêya hilmijên ku bi kehrebeyê dixebitin têne avdan. Ji bo zeviyên ku bi rêya kanala avdanê ji bendava Firatê têne avdan, komên çekdar dema Reqayê kontrol kiribû ew kanal wêran kir. 

Di encama topbarana li dijî bajarê Reqayê de gelek avahiyên çandiniyê wêran bûn. Jê kargeha şekir a ku hilberîna şilindirê spî pêşwazî dikir. Ji ber ku ev hilberîn bi miqdarên mezin li Reqayê dihat çandin, kargeha dubarekirina şekir tê de hate vekirin. Ev kargeh rojê 4 hezar ton şekir derdixist. Di sala 2011`an de parêzgehê hezar hiktar zevî bi şilindir çandin. Hilberîna wan zeviyan derdora 330 hezar ton bû.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê derbasî bajêr bûn û bajêr dorpê kirin, bi taybet cotkaran. Çeteyan nehiştin cotkar hilberînên xwe derxînin derveyî herêmê yan jî genim ji herêmên din bînin. Ji ber wê şênî neçar man heman hilberînan biçînin. Di encamê de bi awayekî mezin bandor li hilberînê kir. Hilberîna her donimek zevî ji genim di navbera 200 kg heya 300 kg bû.

Cureyek din ku çandina wê li bajrê bi şûn ketiye, pembo ye. Şêniyên Reqayê di mewsima havînê de pembo diçînin. Ji ber heman sideman çandina wê li herêmê mîna genim û şilindir bi paş ket û rastî gelek astengiyan hat.

ZEXTÊN KU DAIŞ`Ê FERZ KIRINE HIŞT ÇANDINÎ LI REQAYÊ PAŞ KEVE

Asta zextên ku çeteyên DAIŞ`ê li şêniyên Reqayê ferz kirine li ser kesekî nayên veşartin. Çi zextên madî yan jî derûnî yan jî bacên ku li şêniyan ferz dikirin. Tevî wê jî çeteyan hilberînên şêniyan bi bihayên gelek erzan dikirin û dişandin Iraqê.

Ji ber wan şertên jiyanê yên dijwarê di bin zulma çeteyên DAIŞ`ê de û buhabûna hîma sereke di çandiniyê yanî semada kîmyawî gelek cotkar dev ji çandiniyê berdan. Bihaya tonê semad di wê dem de gihaşt milyonek lîreyên Sûriyê. Lê niha piştî pêla bihabûnê ya ku bilindbûna bihaya dolarê çêkiriye, tona wê digihêje 460 hezar lîreyên Sûriyê.

GAVÊN YEKEMÎN ÊN KU KOMÎTEYA ÇANDINIYÊ PIŞTÎ RIZGARKIRINA BAJÊR PÊ RABÛNE

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk di 20-10-2017`an de bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê rewşa çandiniyê ya herêmê nirxand û plansazî danî. Destpêkê 27 hilmijên avdanê sererast kirin. Hilmij av in: "Hilmija Bîra El-Heşim a ku 10 hiktar zevî av dide. Hilmijên El-Cerwa, El-Yememê, El-Rifi El-Alî, El-Xamse û gelek hilmijên din ên ku di gundewarên Reqayê de belav dibin."

KOMÎTEYA ÇANDINIYÊ ALÎKARIYA COTKARAN KIR

Komîteya Çandiniyê hewl da kanalên avdanê yên mezin ku ji ber şer zirar dîne, sererast bike. Tevî sererastkirina gelek toreyên avdanê yên biçûk.

Têkildarî piştgiriya cotkaran, Komîteya Çandiniyê tovên genim ên pêşketî ji derveyî parêzgehê kirîn û bi bihayên guncew firotin cotkarên Reqayê. Ya balkêş ew e ku ev gav bi awayekî mezin biser ket. Bi taybet di mijara zêdekirina miqdarên hilberînê. Li gorî salên borî hilberîna her donimek zevî bi derdora 200 kg zêde bû.

Girêdayî mijarê cotkarên Reqayê rewşa xwe vegotin û Komîteya Çandiniyê rexne kirin. Ji ber ku di pêşkêşkirina semad û sotemenî de dereng dimîne. Her wiha ji bo pêşxistina warê çandiniyê  banga zêdekirina miqdarên sotemenî û semad kirin.

PÊŞKETINA HILBERÎNA ÇANDINIYÊ LI REQAYÊ

Cotkarê bi navê Elî El-Hesen ji şêniyên gundên Rebîa yê rojavayê gundewarê Reqayê ye got: "Li gorî salên borî, miqdara hilberînê pêşketiye. Bi taybet genim. Lê hinek kêmasî di belavkirina semad li cotkaran hene."

Cotkarê bi navê Ibrahîm El-Dîkan ê ji gundê El-Talîa yê li başûrê herêma El-Keramê li rojhilatê gundewarê  Reqayê di destpêkê de spasiya Komîteya Çandiniyê ji ber kedên dide kir û got: "Warê Çandiniyê li herêmê hinekî baş bûye. Lê hinek şaştî hene divê Komîteya Çandiniyê derbas bike. Komîteyê tovên şînkahiyan bi bihayên guncew peyda nekirine. Ji ber wê em neçar dimînin bi bihayên buha bikirin".

El-Dîkan komite renxe kir, ji ber ku tov ji cureyek baş veneqetandiye. El-Dîkan israr kir ku divê miqdara sotemenî ji cotkaran re zêde bibe ji ber ku miqdarên hatine belavkirin têra wan nake. Her wiha diyar kir ku dema miqdara mazotê ya ku komîteyê li wan belav kiriye bi dawî dibe. Ew her lîtrek mazot bi 200 lîreyên Sûriyê dikirin.

Her wiha cotkarê bi navê Mehmûd El-Ibrahîm ê ji gundê El-Tîbe li bakurê gundewarê Reqayê di axaftina xwe de Komîteya Çandiniyê rexne kir ji ber ku semad li wan belav nekiriye û wiha domand: "Mijara belavkirinê tê paşguhkirin. Piraniya haletên belavkirinê agahiya me jê tune ne."

Ehmed El-Hesen ji şêniyên gundê El-Xatûniye li rojavayê gundewarê Reqayê behsa mijara avdanê kir û bi salên borî re da ber hev û got: "Ava avdanê îsa pir e. Ew jî bû sedema ku em hilberînan biçînin û baş av bidin. Em hêvî dikin mewsima niha bibe mewsima xêrê. Da ku em xisarên xwe di salên derbasbûyî de dabîn bikin."

Girêdayî daxwaz û nêrînên cotkaran cîgirê hevserokatiya Komîteya Çandiniyê û Avdanê Îsa El-Hemadîn got: "Daxwazên birayên me yên cotkar li ser serê me ne. Em li gorî derfetên xwe dixebitin. Em ê kedên xwe zêde bikin da ku çandinî mîna berê vegere û hîn jê baştir."

El-Hemadîn plansaziya Komîteya Çandiniyê ya sala 2020`an eşkere kir û got: "Divê destpêkê em kargehên berê sererast bikin da ku barê şêniyan sivîk bikin."

Di dawiyê de El-Hemadîn teqez kir ku Meclisa Sivîl a Reqayê û Komîteya Çandiniyê wê hewl bidin bi tevahiya kedên xwe kar bikin da ku piştgirî bidin warê çandiniyê li Reqqayê. El-Hemadên şênî teşwîq kir ku bi wan di vî warî alîkar bin.

Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo sererastkirina depoyên genim û kargeha zuhakirina gariz a takene li bajarê Reqayê, plansaziya 2020`an daniye. Ev plansazî wê rolek di pêşxistina warê çandiniyê de bilîze.

(şx)

ANHA