Erdogan êrişî Rûsyayê kir: Bi navê pêvajoya Astanayê tiştek nema

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro Rûsya tawanbar kir û got Rûsya li gorî peymanên Soçî û Astanayê yên der heqê Idlibê de tev nagere û got "Bi navê pêvajoya Astanayê tu tiştek nema."

Erdogan êrişî Rûsyayê kir: Bi navê pêvajoya Astanayê tiştek nema
29 ÇILE, 2020   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wiha got: "Dewleta Tirk, Rûsya agahdar kir ku sebra wê der barê berdewama bombebaranên li Idlibê ya bakurê Sûriyê de nema û Rûsya heta niha li gorî peymanên Soçî û Astanayê tev nagere."

Erdogan wiha lê zêde kir: "Heke Rûsya li gorî peymanên Soçî û Astanayê tev negere, dê Tirkiye jî pêkanînên xwe berdewam bike... lê Rûsya heta niha li gorî wan her du peymanan tev negeriyaye."

Erdogan wiha domand: "Tu tişt bi navê pêvajoya Astanayê nema û divê Tirkiye, Rûsya û Îran careke din wê vejînin û nêrînên pratîk bidin."

Daxuyaniyên Erdogan, piştî serwerkirina hêzên rejîm bi piştevaniya Rûsyayê ya li ser bajarê Meret El-Nûman ê stratejîk piştî vekişîna çeteyên Tirkiyê, pêk hatin.

Beriya operasyonên leşkerî, civîna her du serokên Rûsya û Tirkiyê pêk hat ku agirbestek li Idlibê ragihand û li ber xwe neda.

Çavkaniyan da zanîn ku êrişa li dijî Meret El-Nûman piştî civîna di navbera dewleta Tirk û çeteyan de pêk hat ku nekarîn Rûsyayê îqna bikin ku êrişên xwe rawestîne û divê pişta xwe bidin xwe.

(fr)