Di xwepêşandanên Iraqê de 15 serbaz birîndar bûn

Hêzên Iraqê ragihand ku 15 serbaz, di nav de jî fermadarekî payebilind di xwepêşandanan de birîndar bûn û li aliyekî din jî gelek rêyên  sereke hatin girtin.

Di xwepêşandanên Iraqê de 15 serbaz birîndar bûn
20 ÇILE, 2020   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya operasyonên Bexdayê duh ragihand ku 15 serbaz, di nav de jî fermandarekî payebilind di encama êrişa xwepêşandêran a bi keviran li dijî hêzên ewlehî li paytext Bexdayê de, birîndar bûn.

Fermandariyê bi daxuyaniyekê wiha got: "Dema hêzên me yên ewlehiyê bi erkên xwe yên parastina xwepêşandêran û dabînkirina têketina Qada Tehrîrê ji çatrêya Qirtube radibûn, komeke tevlihev keviyên kolanan xirab kirin, kevir hilkirin û avêtin hêzên ewlehiyê."

Girêdayî mijarê fermandariyê diyar kir ku di encama wê de, 14 serbaz ji serê xwe birîndar bûn, her wiha lingê çepê yê fermandarê lîwaya 3’yemîn a firqeya yekê ya asayîşê şikest.

Fermandariyê diyar kir ku tevahî birîndar rakirin nexweşxaneyên nêz û bal kişand ser ku tevî van kiryaran, hêzên wan xwe ragirt û erkên xwe yên ewlehiyê şopandin.

Li aliyekî din jî çavkaniyan da zanîn ku 2 endamên ewlehiyê ji focên awarte yên Besrayê bi pêlêkirina erebeyê ji hêla nenasan ve li başûrê Iraqê, hatin kuştin.

Hêzên ewlekariya Iraqê komek kesên ku hewl didan rêya Mihemed El-Qasim El-Serî ya li Bexdayê bigirtana, girt.

Li parêzgehên Iraqê Musna, Wasit, Dîwaniyê, Busra û Zîqar xwepêşandanên girseyî pêk hatin, her wiha xwepêşandêran piranî rêyên bajarê Kot, rêyên sereke û bazirganî yên girîng li parêzgeha Kerbelayê girtin.  Li Bexdayê di encama şerê di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehiya Iraqê de xwepêşandêrek hat kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Xwepêşandêrên Iraqê, rêyên sereke yên paytext Bexdayê girtin û hêzên ewlehiyê gaza rondikrêj avêt da ku xwepêşandanê jev bikin.

Li gorî xebatkarên tenduristiyê, li parêzgeha Zîqar 7 xwepêşandêr bi guleyên ji hêla nenasan ve birîndar bûn û her wiha bi sedan xwepêşandêran rêya navneteweyî ya Bexda û Besrayê girt.

 (fr)