Merasîma sersaxiya malbatên şehîd Bawer û şehîd Reşîd li Kobanê pêk hat

Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên şehîd Bawer û şehîd Reşîd ku di Berxwedana Rûmetê ya li Girê Spî de şehîd bûbûn.

Merasîma sersaxiya malbatên şehîd Bawer û şehîd Reşîd li Kobanê pêk hat
Merasîma sersaxiya malbatên şehîd Bawer û şehîd Reşîd li Kobanê pêk hat
Merasîma sersaxiya malbatên şehîd Bawer û şehîd Reşîd li Kobanê pêk hat
20 ÇILE, 2020   11:33
KOBANÊ

Şêniyên bajarê Kobanê sersaxî da malbatên şehîd Ehmed Eknoz (Bawer Agir) û şehîd Reşîd ku di Berxwedana Rûmetê ya li Girê Spî de şehîd bûbûn. Her du şehîd jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ne.

Merasîma sersaxiyê li Goristana Şehîd Dîcle pêk hat û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tê de amade bûn.

Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel di merasîmê de axivî û sersaxiya malbatên her du şehîdan û tevahî şehîdên azadiyê kir. Zehra destnîşan kir ku rola şehîd Bawer a sereke di aliyên rêxistinî de hebû û hezkirina hevrêyên xwe û xebatê dihat nasîn. Di dema êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê de, bê dudilî parastina xak û rûmeta xwe kir, heta gihîşt asta şehadetê.

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Kobanê Demhat Başûr jî wiha got: "Her du şehîdan gelek fedakarî ji bo parastina welat kir, heta ku gihîştin asta şehadetê."

Demhat Başûr bal kişand ser ku xewna tevahî şehîdan azadî û jiyana birûmet li ser xaka welat e.

Şehîd Bawer û şehîd Reşîd duh bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle hatibûn oxirkirin.

(fr)

ANHA