Hêzên dagirker gundên Şerayê bi dijwarî topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şerayê bi dijwarî topbaran dikin.

Hêzên dagirker gundên Şerayê bi dijwarî topbaran dikin
16 ÇILE, 2020   14:18
EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên girêdayê navçeya Şera ya kantona Efrînê bi dijwarî topbaran dikin.

Gundên têne topbarankirin ev in; Merenaz, Şewarxe, Kela Şewarxe û Keferantûn.

Têkildarî encamên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.

ANHA