Jinên Dêrikê salvagera damezirandina Kongreya Star pîroz kir

Jinên bajarê Dêrikê salvegera 15`emîn a damezirandina Kongreya Star pîroz kir.

Jinên Dêrikê salvagera damezirandina Kongreya Star pîroz kir
Jinên Dêrikê salvagera damezirandina Kongreya Star pîroz kir
Jinên Dêrikê salvagera damezirandina Kongreya Star pîroz kir
15 ÇILE, 2020   11:24
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 15`emîn a damezirandina Konreya Star li bajarê Dêrikê civînek li dar ket û bi dehan jinên bajêr tev lê bûn.

Di civînê de rêvebera Kongeya Star a Dêrikê Wesfa Murad axivî û rêwîtiya têkoşînê ya Kongreya Star ji dema damezirandina wê heta niha, bi bîr xist. Wesfa îşaret bi rola Kongreya Star a birêxistinkirina jinan û aktîfkirina rola wan di civakê û hemû qadên şoreşê de kir.

Wesfa wiha domand: "Bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan jin ji zihniyeta baviksalar rizgar bûn. Ocalan banga azadiya jinan û beşdarbûna wan di hemû qadan de, her wiha pêkanîna wekheviya di navbera her du zayendan de kir."

Wesfa diyar kir ku şehîd dayika Aqîde û Hevrîn Xelef dengê jinên azad û têkoşer, temsîl dikin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a faşîst û çeteyên xwe komkujiyên hovane li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî li dijî jinan pêk anîn.

Piştre di nava sloganên ku berxwedana jinan silav dikin de, komên muzîkê stran pêşkêş kirin.

(cx)

ANHA