Îmaratê projeya şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê red kir

Îmarat biryara Tirkiyê ya şandina hêzên xwe ji bo Lîbyayê red kir û got, ewlehiya netewî ya erebî dixe xeteriyê.

Îmaratê projeya şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê red kir
3 ÇILE, 2020   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îmarata Erebî bi daxuyaniyekê biryara Tirkiyê ya şandina hêzên xwe yên leşkerî ji bo Lîbyayê şermezar kir û got, ti hincetên qanûnî ji bo Tirkiyê nîne ku di vê derbarê de pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ev destwerdan ewlehiya netewî ya erebî û herêma Deryaya Spî dixe xeteriyê.

Parlamantoya Tirkiyê duh mûzakeriya şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê qebû kir.

Gelek dewletên herêmî û erebî, di nav de Misr, Yewnanist û Qibirsê li dijî vê biryarê nerazîbûn nîşan dan.

ANHA