Erebistana Siûdî û Fransayê banga xweragirtinê kirin

Erebistana Siûdî û Fransa ji ber kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis ê Îranê Qasim Suleymanî banga  kontrolkirinê kirin.

Erebistana Siûdî û Fransayê banga xweragirtinê kirin
3 ÇILE, 2020   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî bi firokeya Amerîkayê li Bexdayê hate kuştin,  Erebistana Siûdiyê banga xwe kontrolkirinê kir.

Ajansa Was ya Erebistana Siûdî ji çavkaniyên Erebistana Siûdiyê ragihand ku Erebistana Siûdiyê bûyera li Iraqê rû da şopand, ku di encama rûdana nakokiyên berê de rû daye û li ser vî esasî Erebistan banga hişyariya ji îdîayan kir.

Her wiha çavkaniyên ragihand ku bi naskirina oparasyon û gefên ji aliyên milîsên terorîstane ve yên li dijî ewlehiya herêmê, Erebistana Siûdiyê banga xweragirtinê kir, da ku rewşa xerabtir nebe.

Di milekî din de Wezîrê Karê Derve yê Fransa John Feverian bi daxuyaniyekê ragihand ku welatî wî bang li Îranê kiriye ku hêrs nebe û hîn zêdetir ewlehiya herêmê têk nebe yan jî çêkirina nukllerê aloztir neke.

Her wiha daxuyaniyê bal kişand ser ku derbarê bûyerê serokê Fransa Emmanuel Macron û werzîrê karê derve yê Fransa John Feverian  di nava çend rojan dê bi hevkarên li herêmê û hevkarên navdewletî re bikevin nava peywendiyan de.

Her wiha vê sibê Wezîrê Parastina Amerîka Pentagon ragihand ku li dijî fermandarê Feyleq El-Qudis ê Îranê Qasim Silêmanî li nêzî balafirgeha Bexdadê êriş pêk anîye, her wiha li dijî fermandarên Heşd El-Şabî nexasim Ebû Mehdî El-Muhendis, di heman demê de Tehran ragihand ku ew ê bersiveke tund bide.

(eh)