Misr: Peymana Erdogan û El-Sîrac biryarên navdewletî binpê dike

​​​​​​​Misrê di peyama xwe ya ji bo Meclisa Ewlehiyê de piştrast kir ku peymana di navbera Enqere û hikumeta Wîfaq de hatiye îmzekirin, biryarên Meclisa Ewlehiyê yên der barê Lîbyayê de binpê dike û derfet dide ku çek ber bi rojavayê welêt ve ji milîsan re werin şandin.

Misr: Peymana Erdogan û El-Sîrac biryarên navdewletî binpê dike
18 kanûn, 2019   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Misrê duh di peyama xwe ya ji bo Meclisa Ewlehiyê de diyar kir ku muzakereya lihevkirinê ya di navbera Enqere û hikumeta Wîfaq de hatiye îmzekirin, peymana El-Sixêrat a di navbera aliyên Lîbyayê de binpê dike.

Ji ber wê jî NY`yê bang kir ku divê itîraf bi sînorê deryayî yê di navbera Enqere û Wîfaqê de neyê kirin. Her wiha destnîşan kir ku ew vê yekê red dike û tu itîrafê bi lihevkirina ku li Stanbolê di navbera Tirkiye û hikumeta Wîfaq a Lîbyayê de çêbûye, nake.

Serokê Misrê Abdulfettah El-Sîsî duh piştî axaftina serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan ku dê hêzên xwe ber bi Lîbyayê ve bişîne da ku destekê bide hikumeta Wîfaq li Terablusê, piştrast kir ku welatê wî derfet nade tu kesî ku Lîbyayê bixin bin serweriya xwe.

Abdulfettah El-Sîsî di axaftina xwe de wiha got: "Ev yek bi cewherê ewlehiya nîştimanî ya Misrê ve girêdayî ye."

Lihevkirina ku di navbera Tirkiye û hikumeta Wîfaq a bi serkêşiya Fayêz El-Sirac de hatiye îmzekirin, hêrseke herêmî û navdewletî derxist holê. Ji ber Parlamentoya Lîbyayê diyar kir ku tişta ku El-Sîrac kiriye, xiyaneteke mezin e.

(bx)