Tov û mazot li cotkarên Şedadê hatin belavkirin

Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê belavkirina mazot û tovê vê salê bi dawî kir.

Tov û mazot li cotkarên Şedadê hatin belavkirin
Tov û mazot li cotkarên Şedadê hatin belavkirin
Tov û mazot li cotkarên Şedadê hatin belavkirin
Tov û mazot li cotkarên Şedadê hatin belavkirin
17 kanûn, 2019   08:39
HESEKÊ-BASIL DEXÎL

Çandinî karê sereke yê debara şêniyên herêma Cizîrê ye, nexasim malbatên li bejahiyê dijîn.

Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû derfetên xwe hewl dide erdên çandiniyê berfirehtir bike. Herêma Cizîrê herêmeke çandiniyê ye û cihê genim e.

Di demekê de ku artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, li herêmên ku artêşa Tirk dagir kirin bi hezaran hektar nehatin çandin. Her wiha hin cotkarên nêzî herêmên sînorê Sûriye-Tirkiyê ji ber êrişên artêşa Tirk nikarîn erdê xwe biçînin.

Tevî êrişên artêşa Tirk lê saziyên kar û barên çandiniyê dikin, xizmeta cotkaran dikin û mînaka vê yekê jî navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ye.

Komîteya çandiniyê li navçeyê hezar û 115 bîr û 315 bîrên herêma Tilşayîr a navçeya Deşîşa ruxset kirin. Di heman demê de hejmara rêdanên 2019-2020`an gihaşt 315 fermî yên çandiniyê ne û 110 jî yên Tilşayîr in.

Rêveberê Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê Abdulmecîd Ibêd wiha got: “Hejmara ruxsetên çandiniyê li çemê Xabûrê gihaşt 65’an. Li  çemê Xabûrê madeya sotemeniyê li cotkaran hate belavkirin û her 15 donim 8 lître mazot jê re hat veqetandin.”

Her wiha Ibêd got: “Cotkar dikarin ji bo her donimekê 15 kg ji genim û ceh bistîne. Li gel ku rûbera çandiniyê li çemê Xabûrê yê avî gihaşt 8 hezar û 400 doniman û ji bo yê bejî jî gihaşt 5000 donimî.”

Ibêd got. “Rûbera çandiniyê ya ku hate şewitandin, gihaşt 14 hezar donimî û bizar wiha hate belavkirin: 30 km ji yê avî û 15 km ji bo yê bejî.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cZYD9nnRNA8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>