Li kampa Holê jinek hate xeniqandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê ya ji xeternaktirîn kampên cîhanê, cenazeyê jineke ku hatibû xeniqandin, dît.

Li kampa Holê jinek hate xeniqandin
8 kanûn, 2019   12:54
HESEKÊ

Li gorî rêveberiya kampê, bûyera xeniqandinê nîvro li kampê rû daye.

Jina bi navê Esma Ebdurehman (30) ku bi eslê xwe tirkistanî ye, hatiye kuştin. Aliyên ewlekariyê yên li kampê diyar kir ku ji ber ku "cilên şeriî" li xwe nekirine, jinên DAIŞ`î ew kuştin.

Hêjayî bibîrxistinî ye ku ji destpêka êrişa dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, li kampa Holê bûyerên bi vî rengî zêde bûne.

ANHA