Li başûrê Iraqê xwepêşandan berdewam in

Piştî serokwezîr Adil Ebdulmihdî ji kar îstîfa kir, xwepêşandêrên Iraqê gelek pirên li bajarê Nasiriyê girtin, di heman demê de dîsa nêzî navenda fermandariya polîsan a Zîqar a başûrê welêt gule hatin teqandin.

Li başûrê Iraqê xwepêşandan berdewam in
30 mijdar, 2019   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniya erebî ragihandin ku vê sibê xwepêşandêran gelek pirên bajarê Nasiriyê girtin.

Di heman demê de, li nêzî navenda fermandariya polîsan a parêzgeha Zîqar a iraqî gule hatin teqandin. Duh jî di encama pevçûnan de 7 xwepêşandêr hatin kuştin û 42 kesên din jî li parêzgeha başûrê Necefê birîndar bûn.

Tora Syknewsê ragihand ku duh li parêzgeha Zîqar a başûrê Iraqê, di encama şerê di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlekariyê de 15 xwepêşandêr hatin kuştin û 157 kesên din jî birîndar bûn. Fermandarê polîsên Zîqar û cigirê parêzvanê Necêfê ji ber xwepêşandêran dev ji kar berdan.

Piştî serokê hikumeta Iraqê Adil Ebulmihdî îstîfaya xwe pêşkêşî perlemanê kir, gelê Iraqê daketin qada Azadî ya naverasta Bexdayê û şahî li dar xistin, di şahiyê de xwepêşandêran gotin, biryara serokê hikumetê xwestekên wan bi cih nayne.

Di heman çarçoveyê de serokê Teyar El-Sedrî Muqeda Sedrî pêşniyar kir ku 5 kes ji gel werin hilbijartin, da ku serokê hikumetê ji nav wan were hilbijartin.

AbdulMihdî piştî çend seatan ji şermezarkirina lêvegerê şîyî Alî Sîstenay Adulmihdî nameya îstîfayê bi daxuyaniyekê pêşkêş kir û parlamenter hayedar kir ku divê destekdayîna ji hikumetê re ber çav re derbas bikin.

(eh)