‘Dagirkeriya Tirk şerê çand û şarestaniya gelên herêmê dike‘

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xwesera Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî sûcên dewleta Tirkiyê daxuyanî da û got Tirkiyê şerê çand û şarestaniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

‘Dagirkeriya Tirk şerê çand û şarestaniya gelên herêmê dike‘
7 mijdar, 2019   17:24
QAMIŞLO

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugur ê navçeya Tirbespiyê kir û mûn li ser gorên şehîdan pêxistin.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê Ronahî Hesen bi amadebûna bi dehan endamên desteyên rêveberiyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dagirkeriya Tirk şerê qirkirina çandî û şarestanî li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, hewl dide nasnameya gelê resen tine bike û guhertina demografîk pêk bîne.

Her wiha hata destnîşankirin ku Tirkiyê li herêmên dagirkirine sûcên şer pêk tîne, agirbestê binpê dike û raste rast sivîlan dike hedef.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Desteya Çand û Hunerê çand û mîraseya pêkhateyan Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêze û li dijî siyasetên Tirkiyê yên di Sûriyê de têdikoşe.

ANHA