Foza Yusif: Peymana agirbestê komployeke li dijî gelê herêmê ye

Foza Yusif,  hevpeymana agirbestê bi derewa herî mezin û komployeke nû li dijî gelê herêmê bi nav kir û bang li NY`yê kir ku di komkujiyên der heqê gelên Sûriyê de, nebe hevpara Erdogan.

Foza Yusif: Peymana agirbestê komployeke li dijî gelê herêmê ye
3 mijdar, 2019   14:26
QAMIŞLO 

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yusif di merasîma oxirkirina 3 şervanên QSD`ê de Mihemed Alî (Berxwedan Qamişlo), Abdulhemîd Hesen(Can Qamişlo) û Yusif Erdogan(Demhat), Abdulhemîd Hesen û şehîd Can Qamişlo li navçeya Til Temirê di 30 Cotmehê şehîd bûne, her wiha şehîd Demhat li Girê Spî di 13`ê Cotemahê de şehîd bûye, axivî.

Foza Yusif bal kişand ser hevpeymana agirbestê ya ku Tirkiyê û Amerîkayê di 17`ê Cotemahê de ragihandin, her wiha ya hevpyeman di navbera Putin û Erdogan de ku di 22`ê Cotmehê de hate ragihandin û wiha amaje pê kir, "Tê gotin ev hevpeyam têkildarî agirbestê ne, lê belê rojane em pêşwaziya şehîdan dikin, ka agirbesta ku behsê dikin?Hempeyamana agirbestê mezintirîn derew e û komploya li dijî gelên herêmê ye."

Foza xîtabî serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Rûsya Putin kir û got, "Gelo we çi hevpeyman û hesab bi hev re mohr kiriye, da ku hun gelên me qir bin? Hûn bi agirbestê raya giştî dixapînin, gelên herêmê têne qetilkirin û xaka me tê dagirkirin."

Foza diyar kir, ku êrişên Erdogan bi piştevaniya dewletên zilimkar pêk tîne, komkujî, zilim û qirkirina gelê herêmê ye.

"Di qirkirina gelan de nebin hevparên Erdogan"

Endama Koodînasyona Kongreya Star diyar kir, ku Erdogan berê xwe dide NY`yê, da ku rewabûnê bide dagirkirina xak û qirkirina gelên herêmê, li ser vî esasî erêkirina NY`yê ji vexwendirê re, tê wateya hevpara qirkirin û dagirkirinê ye û wiha pê de çû, "Di qirkirina etnîkî ya li dijî gelên Kurd, Suryan, Erman û Êzidiyan de nebin hevparên Erdogan."

"Nûnerên parastina serf û rûmetê beşdarî komîteya destûrî nebûne"

Foza bal kişand ser komîteya destûrê ku Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar nekirin û wiha got, "5 milyon kes derveyî danûstandinên têkildarî komîteya destûrê ne, ev jî bi serê xwe der heqê gelê me de, zilimeke û berdewamiya komkuiyên Erdogan e."

Foza Yusif diyar kir, ku nûnerên çeteyên Cebhet El-Nusra, DAIŞ, nûnerên Erdogan û nunerên ku cenazeyên şervanan xebarkirine, beşdarî civînên komîteya destûrî bûne, lê belê kesên parastina rûmet, şeref û yekîtiya Sûriyê ji parçekirina kirin beşdar nebûne. Foza got ew destûrê red dikin.

Têkildarî daxuyaniyên rejîma Sûriyê yên demên dawîn de Foza wiha anî ziman, "me 12 hezar şehîd dan, ne ji bo em biçin û li ser hesabên mafên gelên xwe hevpeymanan mohr bikin, me bi hezaran şehîd dan, da ku ji cîhanê re isbat bikin ku bi rastî em dixwazin bi rûmet bijîn, her wiha lihevanîn ji bo bidestxistina gelên me ji hemû mafên xwe re ye.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yusif di dawiya axaftina xwe de got, ew amade ne bi her aliyan re diyalogan pêş bixînin, her wiha kesên dixwazin danûstandinan bikin, divê îtîrafê bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê bikin, ew an parastina gelê Sûriyê ji parçekirinê kirine.

(eh)

ANHA