Dewriya Amerîkayê li nuqteyên petrolê geriyan

Dewriya artêşa amerîkî, pispor û çavdêrên amerîkî da ku nuqteyên petrolê kontrol bikin, li derdora bîr û nuqteyên petrolê yên li navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê geriyan.

Dewriya Amerîkayê li nuqteyên petrolê geriyan
Dewriya Amerîkayê li nuqteyên petrolê geriyan
Dewriya Amerîkayê li nuqteyên petrolê geriyan
3 mijdar, 2019   11:48
QAMIŞLO

Beriya 2 saetan dewriya artêşa amerîkî ku ji 3 panzêran pêk dihat, ji rojhilatê bajarokê Rimêlanê hatin navçeya Tirbespiyê. Dewrî ber bi bakurê navçeya ve ango ber bi sînorê Sûriyê-Tirkiyê ve çû.

Her wiha dewriya Amerîkayê bîra petrolê ya Seyîda kontrol kirin. Bîra Seyîda 11 km dikeve bakurê navçeyê û ji nav 3 bîran, bîreke sereke ye. Tê zanîn ji 10`ê Cotmehê  artêşa Tirk bîra Seyîda topebaran kir, di encamê de hate rawestandin.

Çavdêr û pispor bi dewriya Amerîkayê re bûn û ji dezgehên çapemeniyê re diyar kirin, ku ew ji bo danezanên der barê nuqte û bîrên petrola li herêmê hatine.

Paşê dewrî ber bi îstasyona Ale Qewsê  û Dêrna Axê ya navçeya Girkê Legê ve çûn.

Piştî gera xwe bi dawî kirin, dewriya Amerîka ber bi bajarokê Rimêlanê ve çûn.

(eh)

ANHA