Dêra Êncîlê: Êrişa Tirkiyê ya li ser herêmên Til Temir dewama komkujiya Sêfo  ye

Berpirsê Yekitiya Dêra Êncîl Coric Moşî da zanîn ku êrişa dewleta Tirk xeteriyê li ser hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û destnîşan kir ku êrişa dewleta Tirkiyê ya li ser herêmên Til Temir dewama komkujiya Sêfo ye û divê civaka navneteweyî biryareke lezgîn bistîne.

Dêra Êncîlê: Êrişa Tirkiyê ya li ser herêmên Til Temir dewama komkujiya Sêfo  ye
3 mijdar, 2019   11:46
QAMIŞLO – ŞÎNDA EKREM – SILAVA EBDILREHMAN

Berpirsê Yekitiya Dêra Êncîl a li bajarê Qamişlo Corc Moşî êrişên dewleta Tirk ên li ser bajar û herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê, bi taybet li dijî herêmên ku Sûryan û Aşûr lê dimînin, şermezar kirin.

Coric Moşî ji ANHA`yê re axivî û got, dewleta Tirk a digirker û çeteyên wê hişt ku bi hezaran şêniyên ku bi ewle jiyan dikir, koçber bibin. Her wiha Moşî piştrast kir ku dagirkeriya Tirk ne tenê pêkhate, an şêniyên herêmê yan jî olekê dike hedefa xwe, lê belê hemû pêkhateyên li xaka Sûriyê hedef girtin.

 ‘Êrişa Tirkiyê li ser hemû pêkhateyên vê xakê xeter e’

Coric Moşî wiha got: "Dema ku dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê bajar an gundekî bombebaran dike, cudahiyê naxe navbera dêr yan mizgeftekê, tevahî topbaran dike. Ev yek jî li ser hemû pêkhateyên li ser vê xakê xeteriyeke mezin e. Hemû pêkhateyên herêmê hevgirtî ne û dengê wan yek e û tevahî banga derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji xaka Sûriyê dikin."

Berpirsê Dêra bajarê Qamişlo diyar kir ku zingilên dêran û azana mizgeftan her roj banga vegera hemû koçberên li hundir û derve ya li xakê dike.

Coric Moşî destnîşan kir ku dêra Incîl û hemû dêrên li ku derê dibin, ji destpêka êrişa Tirk a di 9`ê Cotmehê de, ji birayên xwe yên li Serêkaniyê re nimêjê dikin, da ku sûc û koçberî bên rawestandin.

‘Divê civaka navneteweyî biryareke aştiyan e û lezgîn bistîne’

Coric Moşî da zanîn ku girîng e civaka navneteweyî biryareke aştiyane û lezgîn bistîne da ku dewleta Tirk a dagirker ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxe û wiha domand: "Êrişê rewşeke koçberiyê çêkir û hemû tenê bi cilên xwe derketin, zivistan hat, bi sedan şênî nexweş in, her wiha kesên astengdar di nav malbatên koçber de hene, ev rewş pir zehmet û trajîk e."

Her wiha Coric Moşî eşkere kir ku ew bi dêran re di nav danûstandinan de ne û nameyên gelên herêmê ji aliyên navneteweyî re rê dikin û wiha got: "Em bi rêya wan nameyan, meziniya xeteriya êrişa Tirkiyê li ser gelên herêmê, gelê Sûryan û dêrên wê diyar dikin."

‘Êrişa Tirkiyê ya li ser herêmên Til Temir, dewama pêkanîna komkujiya Sêfo ye’

Coric Moşî îşaret pê kir ku wan name ji dêrên ji derve re der barê xeteriya dewleta Tirkiyê ya li ser gelê herêmê û taybet li ser gelên Sûryan, Ermen û Aşûr, şandin û wiha domand: "Beriya niha li ser destê Osmaniyan di komkujiya qirkirinê re derbas bûn. Îro jî li gundên Xabûr ên li Til Temirê ku piraniya wan ji xirstiyanan pêk tên, hewldana dûbarekirina komkuiya Sêfo  ye, heye."

Ev çend roj in, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin derbasî gundên navçeya Til Temir ku piraniya wan Sûryan û Aşûr in, bibin. Lê QSD`ê hewldanên wan ên li gundên navçeya Til Temir têk birin.

Coric Moşî bang li civaka navneteweyî û kesên bandora wan li raya giştî heye kir ku rijandina xwînê rawestînin û di zûtirîn dem de dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ji Sûriyê derxin, her wiha garantiya vegera şêniyên koçber pêk bînin.

Di dawiya axaftina xwe de Coric Moşî diyar kir ku tu cudahî di navbera pêkhateyên herêmê çi Kurd, Ereb û Sûryan de be tune ye, bi her awayî alîkariya hev dikin û dê bi yek refî li hember her kesî bixweza xaka Sûriyê dagir bike, bisekinin.

(jo)

ANHA