Çalakiya li ber avahiya NY‘yê ya li Qamişloyê di roja 5‘an didome

Çalakiya şermezarkirina  sûcên dagirkiriya dewleta Tirk û çeteyên yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja pêncemîn de li ber avahiya  Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo didome.

Çalakiya li ber avahiya NY‘yê ya li Qamişloyê di roja 5‘an didome
Çalakiya li ber avahiya NY‘yê ya li Qamişloyê di roja 5‘an didome
Çalakiya li ber avahiya NY‘yê ya li Qamişloyê di roja 5‘an didome
Çalakiya li ber avahiya NY‘yê ya li Qamişloyê di roja 5‘an didome
Çalakiya li ber avahiya NY‘yê ya li Qamişloyê di roja 5‘an didome
Çalakiya li ber avahiya NY‘yê ya li Qamişloyê di roja 5‘an didome
Çalakiya li ber avahiya NY‘yê ya li Qamişloyê di roja 5‘an didome
1 mijdar, 2019   14:49
QAMIŞLO

Îro şandeyek ji navçeya Tirbespiyê ji hemû pêkhateyan Kurd, Ereb û Suryan berê xwe dan konê çalakiyê. Her wiha 60 kes din ji koçberên Serêkaniyê beşdarî çalakiyê bûn.

Beşdaran wêneyên qurbaniyên sûcên Tirkiyê, wêneya Mihemed ê bi çekên qedexekirî şewitî û wêneya tekoşer Hevrîn Xelef hildan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana leheng a QSD`ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê berz kirin.

Hevserokê Meclisa navçeya Tirbespiyê Muhened El-Hebîb axivî û wiha got: "Ji berê ve em bi QSD`ê re ne û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê red dikin."

El-Hebîb da zanîn ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dora QSD`ê kom bûne û wiha got: "QSD`ê tekan e hêza parastina Sûriyê dike."

El-Hebîb destnîşan kir ku Erdogan terorê li hemû cîhanê xwedî dike û gefên tola kuştina Ebû Bekir El-Bexdadî serokê çeteyên DAIŞ`ê dide.

Bi navê çalakgeran Mihemed Haco ku ev 5 roj e beşdarî konê çalakiyê bûye, wiha got: "Armanca dewleta Tirk ne tenê Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike, lê belê projeya xwe ya dagirkirinê berfireh bike e, eger êrişên dewleta Tirk neyê rawestandin dê herêmên din jî dagir bike."

Hemrîn Xelef ku ji bajarê xwe Serêkaniyê koçber bû da xuya kirin ku ew çalakiyên xwe ranawestînin heta ku daxwazên wan pêk werin û dagirkeriya Tirkiyê ji xaka wan derkeve.

Çalakî bi serdana şêniyên Serêkaniyê, endamên rêxistin û saziyên sivîl berdewam e.

ANHA