Şêniyên Til Hemîs û eşîreyên Ereb ji bo piştgiriya  QSD`ê meşek li dar xist

Şêniyên navçeya Til Hemîs û rûspiyên eşîreyên Ereb îro meşek ji bo piştgiriya QSD`ê ku di eniyên şer de li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, parastina xaka welat û rûmetê dikin, li dar xist.

 Şêniyên Til Hemîs û eşîreyên Ereb ji bo piştgiriya  QSD`ê meşek li dar xist
 Şêniyên Til Hemîs û eşîreyên Ereb ji bo piştgiriya  QSD`ê meşek li dar xist
 Şêniyên Til Hemîs û eşîreyên Ereb ji bo piştgiriya  QSD`ê meşek li dar xist
 Şêniyên Til Hemîs û eşîreyên Ereb ji bo piştgiriya  QSD`ê meşek li dar xist
 Şêniyên Til Hemîs û eşîreyên Ereb ji bo piştgiriya  QSD`ê meşek li dar xist
 Şêniyên Til Hemîs û eşîreyên Ereb ji bo piştgiriya  QSD`ê meşek li dar xist
28 cotmeh, 2019   13:01
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û rûspiyên eşîreyên Ereb bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya şervanên QSD`ê meşek li dar xist. Di meşê de hat diyarkirin ku QSD`ê teror û çeteyên DAIŞ`ê ji herêmê têk birin û niha jî careke din li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Meş ji pêşiya navenda Meclisa Til Hemîsê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên"Em dev ji welat û azadiya xwe berandin", "QSD`ê îradeya me ye", "Lihevkirinên ku ne li gorî berjewendiyên îradeya gelê me bin, wan qebûl nakin" û ala QSD`ê jî hatin hildan.

Meş li Qada Şehîdan a navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehmed Ebawî axivî û bêdengiya navdewletî û NY`yê ku erka xwe ya mirovî û exlaqî pêk nayne û sînor ji sûcên Erdogan û çeteyên wî re danayîne şermezar kir.

Ebawî di axaftina xwe de wiha got:"Em keda şehîdên xwe ji bîr nakin. Soza ku me daye ku bibin mertal û keda wan biparêzin, ji bîr nakin û naşikînin." Her wiha jî Ebawî soza xwe nû kir ku dê rêça şehîdan heta tevahî ax ji qirêjiya çete û dagirkeran rizgar dibe, bişopînin.

Ji aliyê xwe ve jî rûspiyê qebîleya Şemer Ehmed El-Şetî jî êrişên dewleta Tirkyên  li dijî xaka Sûriyê şermezar kirin û ev tişt anî ziman:"Dewleta Tirk xaka Sûriyê ji hev qut dike wek ku çawa gur goştê berxê qut dike."

El-Şetî piştrast kir ku ew wek eşîreyên Ereb destekê didin QSD`ê.

Mîtîng bi dirûşmeyên şehîd namirin û silavkirina berxwedan QSD`ê bi dawî bû.

(bx)

ANHA