Merasîma xiyabî ya 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê herêma Efrînê merasîma xiyabî ya 6 şehîdên , ku di encma êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne, lidar xist.

Merasîma xiyabî ya 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hate lidarxistin
Merasîma xiyabî ya 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hate lidarxistin
Merasîma xiyabî ya 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hate lidarxistin
Merasîma xiyabî ya 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hate lidarxistin
Merasîma xiyabî ya 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hate lidarxistin
Merasîma xiyabî ya 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hate lidarxistin
Merasîma xiyabî ya 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hate lidarxistin
Merasîma xiyabî ya 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şehbayê hate lidarxistin
28 cotmeh, 2019   12:45
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrîn û endamên saziyên sivîl li Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê kom bûn, da ku beşdarî merasîma xiyabî ya şehîdên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, bibin. Navên şehîdan wiha ne, (Can Fîda) Mihemed Abdulhemîd, (Reşîd)Reşîd Reşîd, (Sorxwîn)Roşan,(Azad Cûdî) Nîhad Cîlo,(Mîdya Şoreşger)Rojîn Abdulqadir û (Zinar Efrîn) Mistefa Bîlal.

Merasîm bi deqak rêzgirtinê dest pêkir, paşê ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk axaftin hatin vegotin.

Axavêran sersaxî ji malbatên şehîdan û gelên herêmê re xwestin.

Paşê wesîqeta şehîdan hatin xwendin û rastî malbatan kirin.

(eh)

ANHA