Kongreya Star:Şoreşa jinan li dijî faşîzma Tirk wê biserkeve

Li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran gelê bajarê Dêrikê bi slogana"Na ji dagirkeriya Tirkiya DAIŞ`î re"daketin qadan.

Kongreya Star:Şoreşa jinan li dijî faşîzma Tirk wê biserkeve
Kongreya Star:Şoreşa jinan li dijî faşîzma Tirk wê biserkeve
Kongreya Star:Şoreşa jinan li dijî faşîzma Tirk wê biserkeve
Kongreya Star:Şoreşa jinan li dijî faşîzma Tirk wê biserkeve
Kongreya Star:Şoreşa jinan li dijî faşîzma Tirk wê biserkeve
Kongreya Star:Şoreşa jinan li dijî faşîzma Tirk wê biserkeve
Kongreya Star:Şoreşa jinan li dijî faşîzma Tirk wê biserkeve
Kongreya Star:Şoreşa jinan li dijî faşîzma Tirk wê biserkeve
Kongreya Star:Şoreşa jinan li dijî faşîzma Tirk wê biserkeve
24 cotmeh, 2019   12:16
QAMIŞLO

Li ser banga Kongreya Star şêniyên Dêrikê bi hemû pêkhateyên xwe li Qada Azadî kom bûn û êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên"Di bin navê ol de, em li ser destên dewleta Tirk rastî komkujiyan tên, parastina xak û rûmeta xwe bikin û dawî li dagirker û DAIŞ`iyan bînin", her wiha wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê, alên QSD`ê, zarokên Dêrikê wêneyên zarokên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku di encama topbarana bi çekên qedexekirî de bûne qurban, hilgiritin.

Meş li kolanên bajarê Dêrikê geriyan û sloganên"Na ji artêşa Tirk û çeteyên wê re, Erdogan kujer e, na ji Osmaniya nû re, bijî berxwedana QSD`ê"berz kirin.

Meş li qada Jina Şoreşger veguherî mîtîngê. Paşê ser navê Koordînasyona giştî ya Kongreya Star şaxê herêma Cizîrê Daliya Henan axivî û got, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa jinan li dijî faşîzma Tirk û çeteyên wê bi ser ket, artêşa Tirk û çeteyên wê bi îdîayên cuda da ku hebûna DAIŞ`ê li herêmê zindî bikin, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.”

Daliya wiha dawî li axaftina xwe anî: “’Bêdengiya civaka navdewletî der heqê komkujiyên li dijî zarokan, guhartina dîmografiyê û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, talankirin û wêrankirina mal û milkên şêniyan, tê wateya beşdariya ji komploya li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye.”

Mîtîng bi sloganên"Bijî berxwedana QSD`ê"bi dawî bû.

(eh)

ANHA